Ji bo kesên vegeriyane Efganistanê banga alîkariya lezgin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku 106 hezar û 109 kes ji Pakistan û Îranê vegeriyane Efganistanê û hişyarî da ku ji ber kêmbûna xizmetên tenduristiyê, wê xeteriyên tenduristiyê yên kesên vegeriyane zêdetir bibe.

Navenda Nûçeyan – Efganistanê, ji ber vegera penaberan ji welatên cîran, ji rojên bi tevger derbas dibe. Ev veger, di nava şert û mercên siyasî, ewlehî û aborî yên bi lez diguherin de pêk tê û şahidî trajediyên mirovayî dike. Yek ji zehmetiyên herî mezin jî, qelsbûna binesaziyê ye, ev yek jî dibe sedem ku civakên xwecihî û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî ji bo dabînkirina pêdiviyên kesên vedigerin, hîn zêdetir di bin zextê de bimînin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku di navbera 31’ê Hezîranê û 15’ê Tebaxê de 106 hezar û 109 kes ji Pakistan û Îranê vegeriyane Efganistanê û diyar kir ku rêjaya kesên ji Îranê hatine ji sedî 83.7’ê.
Ev kom, li xalên vegerê û li kampan bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû ne. Di nava pirsgirêkên herî girîng de kêmbûna dermanên bingehîn, kêmbûna personelên tenduristiyê û nebûna xizmetên tenduristiyê yên ferqên zayendê li ber çav digrin cihdigre. Bi taybetî ji bo jin û zarokan xeteriyên tenduristiyê zêde dibe. Mînak, li kampa “Omar Beturkam” ya li Bakurê Efganistanê, piraniya wan tedawiya enfeksiyonên rêya nefesê û îshalê 566 şêwirmendiyên tenduristiyê hatin dayîn. Her wiha ji bo 20 hezar û 582 kesan re derziya felca zarok û sorik hatiye kirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku li Keleha Îslamî ya li rojavayê Efganistanê ji hezar û 79 kesên vegeriyan re xizmetên tenduristiyê yên bingehîn hate dayîn û ji van 297 kes tedawiya trawmaya derûnî girtine û ji bo 24 hezar û 519 zarokan re derziya felca zarok û sorikê hatiye kirin. .
Rêxistinê, destnîşan kir ku ji bo başkirina xwegihandina xizmetên tenduristiyê ya kesên vegeriyane, divê li xalên derbasbûnê û li kampan binesaziya tenduristiyê bê bihêzkirin. Ev yek ji bo parastina komên herî bêparastin û başkirina rewşa tenduristiyê ya li Efganistanê gavek girîng e.