Zêdetirî 120 çalakvanên jin piştgirî dan Werîşe Mûradî

Zêdetirî 120 çalakvanên civaka sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê dikin.

Navenda Nûçeyan – Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ev 14 meh zêdetire li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtiye, 18 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem deye.

Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê di 25’ê mehê de daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de KJAR’ê ji bo greva giştî bangewazî kir û daxwaz ji girtiya siyasî Werîşe Mûradî kir ku ji ber xerabbûna rewşa xwe ya tenduristiyê çalakiya xwe bi dawî bike.

‘Em piştevanê Werîşe Muradî ne’

Di heman çarçoveyê de, zêdetirî 120 çalakvanên civaka sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek parev kirin û goitn: “Em wek çalakvanên civaka sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê ku piraniya wan jinin, tevî daxwaza ji bo dawî anîna greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî, dibêjîn, em jî ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana Werîşe Muradî, dest bi greva birçîbûnê dikîn. Cezayê darvekirinê yê ne mirovane, tenê bi rêya berxwedanek giştî ya civakê dikare were rawestandin. Baweriya me bi dadperwerî, azadî û mafê mirovan heye, em piştevanê Werîşe Muradîne. Em pêngava Werîşe Muradî yek ji pêngavên rêbaza berxwedana sivîlî dibînin.”