Parlamentoya Iraqê ji bo guhertina Zagona Kesane cara dawî dicive

Parlamentoya Iraqê dê îro li ser pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane gotûbêj bike. Tê diyarkirin ku zagon dê îro bi guhertinan bikeve meriyetê.

Navenda Nûçeyan – Li gor bernameya karê îro yê parlementoya Iraqê, wê parlemento li ser şeş projeyên zagonan bicive. Hat gotin yek ji van projeyên zagonan jî guhertina Zagona Rewşa Kesane ye.

Ofîsa ragihandinê ya parlementoya Iraqê ragihand, wê îro parlemento li ser şeş projeya yasayan bicive. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji projeyên ku wê parlemento li ser bicive, guhertina Zagona Rewşa Kesane. Zagona Rewşa Kesane ev cara sêyem û dawî ye wê li ser bê nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha Parlementoya Iraqê du civîn li ser guhertina Zagona Rewşa Kesane pêkaniye. Wê îro jî civîna sêyem ji bo guhertina zagonê bike. Li gor çavdêr û çalakvanên mafên jinan, guhertina zagonê wê Iraqê bi dehan sal bi şun ve bibe.