‘Zagonên demokratîk temînata aştî û civaka demokratîk in’
Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemal El-Dîn da zanîn ku zagonên demokratîk temînata aştî û civaka demokratîk in û got ku pêwist e Komara Erebî ya Sûriyeyê were guhertin û bibe Komara Sûriyeyê ya Demokratîk.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Zagonên demokratîk yek ji stûnên bingehîn in, weke misogerkirina aştiyê û parastina civakê tên hesibandin. Danîna zagonên demokratîk ne tenê bi rêxistina kar û barên civakî ve sînordar e. Ev zagon temînata rastîn ji bo avakirina aştiyê û pêşvebirina jiyana hevbeş pêk tînin. Bi riya wan bingeheke saxlem ji bo civakeke demokratîk tê avakirin, aştiya sivîlan misoger dike, baweriya mirovan bi saziyan zêde dike, bingeha jiyana hevbeş tê avakirin û daxwazên gelê xwe pêk tîne.
Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemal El-Dîn der barê zagonên demokratîk ewlehiya aştî û civaka demokratîk de ji ajansa me re axivî.
Beşîra Cemal El-Dîn da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, Sûriye ketiye qonaxeke nû û wiha got: “Rejîma Baasê di Kanûna 2024’an de hat hilweşandin û rêveberiyeke nû bi navê rêveberiya demkî li Şamê hat avakirin. Bi hatina rêveberiya demkî re heta Konferansa Diyalogê ku Ehmed El-Şeraa bibe serokê Sûriyeyê, daxuyaniya destûrê û hilbijartin hemû bi yek rengî hatin lidarxistin. Gelê Sûriyeyê pêşketî ye û rêveberiya demkî qebûl nake. Em naxwazin vegerin yek sîstem, yek ziman û yek netew, pêwist e hemû pêkhate li Sûriyeyê bi hev re bijîn lê rêveberiya demkî hemû pêkhateyan qebûl nake. Em Sûriyeya demokratîk û ne navendî dixwazin.”
‘Pêwist e zagonên navneteweyî li Sûriyeyê bikevin meriyetê’
Beşîra Cemal El-Dîn diyar kir ku bi hatina rêveberiya demkî re, rewşa Sûriyeyê xerabtir dibe û wiha pêde çû: “Rojane li deverên Sûriyeyê komkujî tên kirin. Rêveberiya demkî li peravên Sûriyeyê û li Suweydayê, bi awayekî hovane komkujî, destdirêjî û talankirinê li ser sivîlan pêk tîne. Em biştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê dikin û baweriya me bi wan heye ku Sûriyeya nû bi aştî û aramiyê ava bikin. Pêwist e dewletên Emerîkayê û yekîtiya Ewropayê helwestên erênî zêdetir bikin û zagonên navneteweyî li Sûriyeyê bikevin meriyetê. Pêwist e Komara Erebî ya Sûriyeyê were guhertin ji ber ne tenê Ereb li Sûriyeyê dijîn gelek netewên din jî hene.”
‘Jin roleke girîng di avakirina civakê de dilîzin’
Beşîra Cemal El-Dîn destnîşan kir ku pêwist e destûreke nû were avakirin ji bo mafên hemû pêkhateyan biparêze, da zanîn ku pêwist e her pêkhate bi zimanê xwe biaxive û wiha anî ziman: “Tevî ku jin li Sûriyeyê gelek têkoşiyan jî destûra nû ya rêveberiya demkî mafên jinan misoger nake, Jin roleke girîng dilîzin di avakirina civakê de. Şoreşa Rojava bi piştgirî û pêşengiya jinan çêbû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan gelek berxwedan raber kirin û xwe bi pêş xistin. Gelek Rêxistin û saziyên taybet ên jinan hatin avakirin. Rêveberiya demkî dibêje gere serokî Sûriyeyê Sunî be lê gelek pirsgirêkên girîngtir ên divê werin çareserkirin hene. Pêwist e bajarên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirkyeyê de ne azad bibin û koçber vegerin warê xwe. Pêwist e rola jinan di her tiştî de hebe, jin jî derfeta wan heye, dikarin serokatiya Sûriyeyê bikin. Daxwaza ma ew e ku Sûriyeya nû, ya ku mafên jinan biparêze were avakirin.”