Ji Partiyên Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî greva giştî ya 16’ê Îlonê bibin.

Navenda Nûçeyan – Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya nêzbûna çaremîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo greva giştî ya 16’ê Îlonê ya li seranserî Rojhilatê Kurdistanê banga beşdarbûne kir.

Hevpeymaniyê, di daxuyaniya xwe de rewşa siyasî, aborî û civakî ya Îranê wekî rewşeke qeyranê pênase kir û tundkirina zextên ewlehiyê, girtina çalakvanên siyasî û sivîl, sepandina cezayên giran ên girtîgehê û zêdebûna darvekirinan rexne kir.

Îmzakarên daxuyaniyê, greva giştî wekî cureyekî têkoşîna sivîl a li Kurdistanê nirxandin û tekez kirin ku armanca vê çalakiyê di salvegera 4’emîn a şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de nîşandana piştevaniyê û berdewamiya berxwedana sivîl a gel e.

Banga beşdarbûna greva giştî

Hevpeymaniyê, xwest ku ji bo piştgirîdayîna greva 16’ê Îlonê esnaf dikanên xwe û bazaran bigirin, welatî jî li malên xwe bimînin û tev li çalakiyê bibin. Di daxuyaniyê de, bang li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û komên civakî yên cuda hate kirin ku destek bidin greva giştî û bivî awayî nîşan bidin ku bi saya hêza yekîtî û têkoşîna sivîl, pergala zilm û darvekirinê wê tu carî nikare li pêşiya doza wan a rewa bibe asteng.

Her wiha hevpeymaniyê, destnîşan kir ku greva giştî tenê bîranîna cangoriyên berxwedana “Jin Jiyan Azadî” nîne, di heman demê de çalakiyeke sivîlan a aştiyane ye ku berxwedana gelê Kurd û daxwazên wê yên siyasî û neteweyî nîşan dide.