Li Venedîkê serkeftina dîrokî: May El-Touxy hêjayî xelata şêrê zêr hate dîtin

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê, bi merasîmekê bi dawî bû. Fîlma "The Unknown Woman" bi xelata Şêrê Zêr û xelata lîstikvaniya herî baş re nîşanek li ser festîvalê hişt.

Navenda Nûçeyan- Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê, di 12’ê Îlonê de bi dayîna xelata Şêrê Zêr a ji bo dramaya "The Unknown Woman" bi dawî bû. Ev serkeftin, ji bo derhênera Misrî-Danîmarkî May El-Touxy, ku fîlma wê mijareke civakî ya serdema piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn vedibêje, bû gaveke gelekî girîng.

Du xelatên girîng ji bo heman fîlmî

Serkeftina "The Unknown Woman", tenê bi xelata sereke sînordar nema û lîstikvana sereke Mathilde Arcel jî bi xelata Lîstikvana Herî Baş hate xelatkirin. Bi vî awayî, di merasîma girtinê de hem ji bo fîlm û hem jî ji bo lîstikvaniyê du xelatên bi nirx hatin dayîn.

Naveroka fîlm û şert û mercên wê demê

Fîlm li Danîmarkayê, di dema piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbas dibe û çîroka xizmetkarek dişopîne. Di dema dagirkirinê de têkiliya vê xizmetkar bi leşkerekî Alman re çêbûbû û ew niha bi encamên vê têkiliyê re rûbirû dimîne. Ev rewş ji bo pêşeroja wê dibe gefeke mezin. Ji ber ku di wê demê de pêleke tolhildana civakî hebû û jinên Danîmarkî yên ku bi leşkerên dagirker re ketibûn nava têkiliyan, dihatin tawanbarkirin û hedefgirtin.

Peyama derhêner may el-touxy

May El-Touxy üdi axaftina xwe ya wergirtina xelatê de diyar kir ku fîlm, bedana jinê wekî mijarekê digre dest ku ji jiyana taybet derbas dibe û dibe beşek ji nîqaşa giştî. Derhêner, armanc kiriye ku ronahiyê bixe ser ewqas jinên ku çîrokên wan têra xwe bal nekişandine ser xwe û di bin şert û mercên dijwar de jiyane.