Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin

Damezrînerê Weqfa Hiranurê Yusuf Ziya Gumuşel ê ku li hemberî tecawiza li keça xwe ya 6 salî bêdeng ma û Kadîr Îsteklî yê ku keça xwe pê re "zewicand" hatin girtin.

Stenbol – Piştî diyar bû ku Yusuf Ziya Gumuşel damezrînerê Weqfa Hiranurê ya girêdayê Cemaeta Îsmailagayê ku keça xwe ya 6 salî H.K.G bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re da zewicandin û li tecawiza keça xwe çavê xwe girtiye. Li ser îtîraza parêzerên H.K.G. der barê Kadîr Îsteklî û Yusuf Ziya Gumusel ên ku xeyrî mew qûf (kesê ku bêyî bê girtin tê darizandin) de biryara girtinê hat dayîn. Kadîr Îsteklî û Yusuf Ziya Gumusel ên ji aliyê 2’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê ve der barê wan de biryara girtinê hat dayîn, bi hinceta "gumana revinê" û "ji ber delîlên berdest biryara girtinên wan yên cuda cuda dane" hatin binçavkirin.

Yusuf Gumuşel û Kadir Îsteklî yê li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepya Stenbolê di binçavan de dihatin ragirtin, sewqî Edliyeya Anadolûyê hatin kirin. Dadgehê ji sûcdariya “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” biryara girtina Gumuşel da û Kadîr Îsteklî jî ji sûcê “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “êrişa cinsî” da girtin.

Ji bo Kadîr Îsteklî heta 67 sal 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê tê xwestin

Di îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê ve hatiye amadekirin de der barê Yusuf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel de bi sûcê “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” heta 22 sal û 6 meh ceza tê xwestin. Der barê Kadîr Îsteklî de ji ber sûcên “bi awayekî xelekê îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “êrîşa zayendî” heta 67 sal, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê tê xwestin.

Danişîn dê 30’ê Çileyê bê dîtin

2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûyê ku îdianame qebûl kiribû 22’yê gulana 2023’yan roja danişînê dabû. Piştî nerazîbûna raya giştî dadgehê roja danişînê wek 30’ê çileya 2023’yan diyar kiribû.