Xebatkarên tendûristiyê cezayên darvekirinê şermezar kirin

Bijîjkên li Îranê, ji bo şermezarkirina înfazan û cezaya darvekirinê ya li xwepêşanderên serhildanê hatîne birîn, nobeta şevê dan destpê kirin.

Navenda Nûçeyan – Di serî de li Tehran, Meşhed û Îsfehanê, li gelek bajarên Îranê bijîşk û perestar bi armanca şermezarkirina darvekirina du xwepêşandaran û li gelek xwepêşandaran birîna cezayê darvekirinê hatin kom bûn. Xebatkarên tendûristiyê li ber Wezareta Tendûristiyê nobeta şevê digirin, hatin binçavkirin û wan birin Qereqola Polîsan a Cennetabadê. Beşek ji bijîjkan piştre hatin berdan.

Li gor gotina yek ji bijîşkên ji ku hat berdan, hêzên rejîmê gef li wan xwariye ku ger xwepêşandanan ranewestînin dê wan bibin Girtîgeha Fashafouya. Yek ji bijîşkên ku li ber Zanîngeha Esfehanê kom bûbûn jî diyar kirin ku li ber zanîngehê gelek polîsên bi cil û bergên sivîl û bi motorsîklet hene. Tevî rewşa tund ya ewlehiya li Meşhedê, bijîjk li ber nexweşxaneya Beheştî ya bajêr kom bûn.

Bijîşkên Îranî yên Hamburgê ku duh li ber Konsolosxaneya Îranê kom bûn, li ser vîdeo û wêneyên ku li ser medyaya dijîtal hatin weşandin, darvekirina xwepêşanderan şermezar kirin.