YRJ: Seyîd Evran jiyana xwe kir xizmeta têkoşîna gelê Kurd

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkîldarê rojnamevan Seyîd Evran ku ji ber krîza dil di 22’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Seyîd Evran ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê, lêgerîna heqîqetê û ragihandina rastiyan de derbas kirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li ser malpera xwe parve kirine, Seyîd Evran ku beriya niha 2 caran kriza dil derbas kiribû û hatibû emeliyatkirin, di 22’yê Îlonê de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkîldarê rojnamevan Seyîd Evran ku di rojnamegeriya azad de xwedî kedekî bê hempa ye daxuyaniyek niviskî weşand.

YRJ di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Şehîd Seyîd, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna şoreşger a lêgerîna rastiyê û ragihandina wê ji cîhanê re ye, bi taybet têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê.

Têkoşer û rojnamevan, nivîskarê şoreşgerî Seyîd Evran jiyana xwe kir xizmeta têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê. Ji ber wê li her çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Ermenîstan û gelek dewletên Ereb têkoşîneke bêhempa meşand.

Seyîd Evran, li hember siyaseta çewisandinê ya dewleta Tirk a dagirker sekinî, kar û xebatên mezin dimeşand da ku deng û êşa gelê Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihîne cîhanê. Di encamê de gelek caran tê girtin. Dema navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê 3’ê Kanûna 1994’an hat bombekirin, hevrê Seyîd Berpirsyarê Karên Nivîsê erk dimeşîne. Di wê êrîşê de hevrê Seyîd birîndar dibe.

‘Bi dehan rojnamevanan perwerde kir’

Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, rojnamevan Seyîd Evran berê xwe dide Rojava ji bo ku rastiya şoreşa demokrasiyê ragihanîne cîhan, xebat û tecrubeyên xwe yên rojnamevaniyê parve dike. Yek ji damezrînerê Ragihandina Azad a Şoreşgerî ya Rojava û Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi dehan rojnamevanan perwerde dike ku xeta berxwedanê şopandin. Di nav de şehîd Dilîşan Îbiş û Nûjiyan Orhan hene.

Bê westan û bê dudulî di şert û mercên herî dijwar de Seyîd Evran, ji bo avakirina ragihandineke rastîn û şoreşgerî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser şopa damezrînerê ragihandina azad şehîd Mezlûm Dogan û rêgezên ragihandina jina azad a şehîd Gurbetllî Ersoz, her kesê rêgezên ragihandina azad û ragihandina civakê li ser bingeha ‘ragihandin eynika civakê ye’ li akademiya şehîd Fayiq xwendine, gavên domdar û hevseng davêje.

Em soza şopandina rêgeza ragihandina azad a demokratîk didin hevrê Seyîd Evran û em jê re û ji tevahî hevrêyên me yên şehîd re dibêjin em ê têkoşîna we heta pêkanîna civakeke polîtîk, demokratîk û azad li ser bingeha azadiya jinan, berdewam bikin.”