Li Îranê di 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê; li Îranê di 6 mehên sala 2023’yan de 41 jin û 11 zarok hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora ku Navenda Belge û Îstatîstîkên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê amade kiriye; di 6 mehên sala 2023’yan de li Rojhilat herî kêm 41 jin û 11 zarok hatine qetilkirin. Li gorî raporê herî zêde li bajarên Tehran û Urmiyeyê jin hatine qetilkirin.

Di raporê de bal hat kişandin ku ji 52 kesan 20 kes di bin navê ‘namûsê’ de hatine qetilkirin, 11 ji wan temenê wan ji 18 salî biçûktir bûye û zarokek 10 salî jî bi heman hincetan hatiye qetilkirin. Li gorî raporê; 28 ji wan jinên hatine qetilkirin ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî ve, 4 ji wan ji aliyê dergistiyên xwe ve, 3 ji aliyê mêrên ku hev berdane ve, 6 ji wan jî ji aliyê birayên xwe ve hatine qetilkirin.

‘Îranê mafên jinan binpê kir’

Parêzerê mafên mirovan ê Hengawê Faraz Firouzî Mandomî got: “Komara Îslamî ya Îranê, mudaxeleyê jiyana taybet a jinan dike û bi mijarên wekî hicabê, mudaxeleyî azadiya wan kiriye û mafên wan binpê kiriye. Li aliyê din gelek caran di bin navê ‘namûs’ û ‘şerefê’ de şîdet hatiye meşrûkirin, peywira xwe ya parastina jin û zarokan îhmal kiriye. Di encama vê yekê de jî jin ketine bin otorîteya bav û hevjînên xwe.”