'Dewlet ji rûbirûbûna civakê ditirse'

Seroka Weqfa Jinan a Nû Nevîn Obêd diyar kir ku li Misirê ‘sunnetkirina jinan’ weke sûc tê dîtin, lê ji aliyê bijîşkan ve ev pêkanîn berdewam dike û got: “Mekanîzmayên kontrolkirina klînîkan nehatine avakirin. Dewlet ji rûbirûbûna civakê ditirse.”

ASMAA FATHI

Qahîre – Seroka Weqfa Jinê ya Nû û Raportora Komîteya Nifûsê ya Diyaloga Neteweyî Nevîn Obêd  di warê zayendî de lêkolînan dike. Nevîn Obêd pirsên ajansa me bersivand û diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê gelek projeyên wan hene û diyar kir ku xebatên "Qanûna yekgirtî" di nav de saziyên pêwendîdar jî didomin.  Nevîn Obêd  anî ziman ku her çend li Misirê bi taybetî li gundan "sunnetkirina jinan" sûc tê dîtin jî, hîn jî ji aliyê doktoran ve tê kirin û bal kişand ser nebûna kontrolê.

'Em ê zêdetir girîngiyê bidin têkiliyên navneteweyî'

*Hûn dikarin ji me re behsa xebatên xwe yên di Desteya Rêveber a Weqfa Nû ya Jinan û projeyên xwe yên niha de bikin?

Weqfa Jinê ya Nû ku xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, di sala 1984'an de ji aliyê komeke siyasî ya femînîst a navdar ve hatiye avakirin. Niha rêxistina me xwedî nifşên li pey hev e û nifşê di nava wê de bi giranî tevlî pêvajoyên biryargirtinê dibe û ev tiştekî erênî ye. Du sal berê, me bi rêya navendên piştevaniyê ji bo piştgiriya qanûnî dest bi xebatê kir. Bi baweriya min di vî warî de me hewldaneke awarte daye. Em bi avakirina kapasîteyê re eleqedar in, ji ber vê yekê me bi gelek rêxistinên sivîl re atolye li dar xist. Ji xeynî walîtiyê, em ji bo pejirandina peymana jimare 190 jî dixebitin û hin xebatên xwe arasteyî sendîkayan dikin. Me vê dawiyê statûya şêwirmendiyê ji Neteweyên Yekbûyî wergirt, ku dê qabîliyeta me ya bandorkirina li ser civaka navneteweyî zêde bike. Tecrûbeya me ya xebatê li ser rapor, CEDAW û pelên din hene.

Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê gelek projeyên me hene. Xebatên me yên saziyan jî di nav de, ji bo ronîkirina qanûnek yekgirtî ya li dijî tundiyê didomin. Me dest bi xebatê kir li ser Peymana 190C, ku li ser cîhanek xebatek bê tacîz û şîdetê ye. Me di vê mijarê de bi xurtkirina sendîkayan jî di nav de gelek xebatên hişyarkirinê pêk anîn. Em bi navendên xwe yên piştgiriyê re ji bo jinên rastî şîdetê tên, piştgiriya hiqûqî, derûnî û civakî dikin. Di sê mehên bê de, emê zêdetir giringiyê bidin peywendiyên navdewletî, ku em wisa difikirin ku dê bibe alîkar ji bo zêdekirina kapasîteya navendên şêwirmendiyê û pirsgirêkên cîhanî yên girêdayî mafên mirovan û jinan.

'Em ji bo xebatên kolektîf têdikoşin'

*Li herêmê gelek rêxistinên femînîst ên bi bandor hene û hûn jî beşek ji wan in. Ji bo jinên Misrî di nav we de derfetên xebata kolektîf heye?

Weqfa Jinan a Nû bi tena serê xwe kar nake. Piraniya atolyeyan bi hevkariya rêxistinên sivîl û sendîkayan tên birêvebirin. Bi rastî, lêkolînên raporên navneteweyî bi saziyên din re jî têne kirin. Weqfa Jinan a Nû ji bo xebatên kolektîf têdikoşe. Di rastiyê de, wekî ku ji lêkolînên qanûnên li dijî şîdetê tê dîtin, hevkariyek rastîn heye. Girîng e ku sazî bibin xwedî armanc û ajandeyên ku dixwazin di demeke kurt û dirêj de bi dest bixin. Di vî warî de hevkarî tên avakirin. Ya ku Weqfa Jinê ya Nû serkeftî dike, bicihanîna erkên wê yên kesayetî yên weke saziyeke biryardayînê ye.

*Çalakiyên li dijî hikûmetê çi bandorê li jiyana jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan dike?

Tedbîrên ku hikûmetê girtine tenê digihêje hejmareke diyar a jinan. Gelek tişt hene ku hikûmet di asta siyaset û qanûnên giştî de dike, lê em dibînin ku li gorî bandora li ser jiyana jinan ne bi bandor û şênber in. Çiqas em behsa bandor û vegerên erênî yên nirx û zincîreyên dabînkirinê yên wekî projeyên karsazî, pargîdaniyên destpêkê û xetên hilberînê bikin jî, em nikarin vê yekê wekî başkirina xizaniyê pênase bikin.

'Dewlet ji rûbirûbûna civakê ditirse'

Di çareserkirina pirsgirêka 'sunnetkirina jinan' de ku li Misirê, bi taybetî li gundan hê jî pratîkeke hevpar e, encamên 'bêhêvî' derketin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çi mekanîzmayên pêwîst in û çi dikare were kirin?

sûcdîtina tibîkirina sinetê gaveke baş bû. Ji ber ku piraniya kesên ku ev kar dikirin doktor bûn û Dihat payîn ku ev pêkanîn bi sucdîtînê ve bê sînorkirin. Lê belê, mekanîzmayên kontrolkirina vê yekê nehatine damezrandin. Di komxebatên ku me li walîtiyên der barê pirsgirêkê de li dar xistin de beşdaran ji me re gotin ku bijîjk sinet dikin, klînîkên wan ji aliyê her kesî ve tê zanîn û kes xwe nagihîne wan. Ji bo girtina van klînîkan divê kontrol bên kirin û rêziknameyên qanûnî bên çêkirin. Peyama rawestandina sinetkirina jinan hîna têr nake. Jin hê jî di bin pergala baviksalarî û desthilatdariyê de ne. Dewlet ditirse bi civakê re rû bi rû bimîne. Lê komên femînîst dikarin karên bi hêz bikin. Ji ber ku koka pirsgirêkê ji newekheviya jin û mêr di civakê de tê.

'Divê em di her qadê de xwedî li azadiya ramanê derkevin'

*Hûn tevkariya Diyaloga Neteweyî ya ji bo bidestxistina mafan çawa dibînin?

Di civînên dawî yên Diyaloga Niştimanî de, Komîteya Nifûsê mijarên girêdayî pirsgirêka nifûsê, taybetmendiyên demografîk û dabeşbûna erdnîgarî ya malbatên Misirê gotûbêj kirin. Pirsgirêka pêşveçûnê bi rêjeyên bilind ên xizaniyê ve girêdayî ye. Divê rola kesan a di pêşketinê de bi nîqaşên li ser eksên aborî, siyasî û civakî were seferberkirin.

Divê em di her warî de xwedî azadiya ramanê bin. Divê em li ku derê dibe bila bibe azadiya derbirînê muzakere bikin û dema ku hewce be bi eşkereyî astengiyan red bikin. Diyalogên siyasî nêrîna pergalên cuda yên hilbijartinê pêşkêş kir. Divê lîsteyek rêjeyî were pêşkêş kirin da ku pirsgirêk ji bo welatiyan û biryarderan zelaltir bibe. Di asta qanûnî de avakirina Komîsyona Têkoşîna Dijî Cudakariyê pir girîng e. Ji ber ku ev desthilatdariyeke destûrî ye ku pir dereng hatiye girtin.

Der barê çareseriya pirsgirêkên aborî de du mijarên lezgîn hene. Zêdekirina deyn û awayên dravdanê û rêjeyên faîzê. Ew mijarek e ku hîn nehatiye pêşniyar kirin. Di rûniştinan de heta niha nehatiye nîqaşkirin. Girîng e ku were nîqaş kirin ku zêdebûna bihayê bi enflasyonê ve girêdayî ye.

Di vê pêvajoyê de me hewl da ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê zagonek yekgirtî derbixin û hêviya me heye. Ev armanca komîteyê pêşveçûnek e ku beşek berfireh a civaka sivîl û jinan a femînîst hêvî dike.