Yekitiya Jinên Ciwan 3’emîn konferansa xwe li dar xist

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî re dê azadî bi ser dikeve" 3’yemîn konferansa xwe li dar xist.

SÎLVA ÎBRAHÎM

Tebqa - Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî dê azadî bi ser bikeve" bi beşdariya jinên ji pêkhateyên cuda û nûnerên ciwanan, 3’emîn konferansa xwe lidar xist. Konferans bi komek pêşniyar û encamnameyan bi dawî bû.

Konferansa ku duh ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve li hola Lazord a bajarê Tebqayê hat li dar xistin, ji sê xalên sereke pêk hat; çawaniya derbaskirina bêtehamuliya zayendî, feraseta rast a azadiyê û nîqaşkirina rêyên çareseriyê.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Tebqayê Fatima Mihemed li ser armancên konferansê wiha got: “Me ev konferans ji bo fikra Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî pratîkî bi cih bînin û di nava civakê de, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav bike li dar xist."

'Em dixwazin bi konferansê dengê xwe bigihînin jinên ciwan’

Fatima Mihemed  li ser rêyên pêkanîna fikra Rêber Abdullah Ocalan jî wiha got: "Bi têkoşîna li dijî bêtehamuliya zayendîparêz re me jin azad kir û beşek ji ramana Rêber Ocalan bi cih anî. Bêtehemûliya zayendî perwerdehiya xurt û xwenaskirinê re bi azadiya jinê bi xwe re bi dawî dibe û ev rizgarî pêk tê. Em dixwazin bi konferansê dengê xwe bigihînin jinên ciwan ku azadiya jinê dema ku jin bi vîna xwe bawer bikin dest pê dike."

Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantonên Şehba û Efrînê Cûdî Mistefa jî diyar kir ku dirûşma "Bi jin jiyan azadî, azadî bi ser dikeve" ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan pêkte û li hemû cîhanê belav bûye û dest nîşan kir ku asta girêdana jinê ya bi jiyana azad re îfade dike.

'Wek jinên ciwan em ê bersivê bidin vê tecrîdê û têkoşîna xwe bilind bikin’

Cûdî Mistefa der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî diyar kir ku ev tecrîd ne tenê li dijî şexsê Rêber Ocalan e, li dijî projeya neteweya demokratîk, îdeolojiya azadiya jinê ye û rola me ye. Cûdî Mistefa wiha axivî: “Wek jinên ciwan em ê bersivê bidin vê tecrîdê û têkoşîna xwe bilind bikin û civaka navneteweyî li ser fikir û felsefeya Rêbertî ya li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin avabikin. Em ê hemû komployan têk bibin.”

‘Li dar xistina konferansek wiha serkeftinek e’

Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Reem Dada li ser girîngiya lidarxistina konferansê di qonaxa ku herêm tê de derbas dibe axivî û wiha got: " Tevî şert û mercên herêmê ku derbas dibe lidarxistina konferansekê ji bo jinên ciwan, , em serketinekê dibînin. Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe rêya azadiya jinê ronî kir.”

‘Di konferansê de nêrînên Rêber Apo hatin guhdarkirin’

Reem Dada têkildarî mijarên ku di konferansê de rawestiyan de jî wiha got: “Piraniya pirsgirêkên ku jin di nava civaka Rojhilata Navîn û cîhanê de dijîn, bêtehamuliya zayendî ye ku azadiya jinê di her astê de sînordar dike, lewma me eksena yekem hilbijart. Di konferansê de nêrînên Rêber Ocalan ên li ser zayendperestiya civakî hatin guhdarkirin.”

Reem Dada der barê xala duyemîn û sêyemîn de jî diyar kir ku têgeha azadiyê û rêyên derbaskirina bêtehamuliya zayendî ku rasterast bi naskirina feraseta azadiya jinê ve girêdayî ye.

Her wiha kesên ji Tevgera Jinên Ciwan li Ewropayê, ji Herêma Kurdistanê û ji Kampa Mexmûrê ya Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê bûn û nêrîn û nirxandinên xwe yên der barê eksên konferansê de anîn ziman. Piştî axaftinan têkildarî jiyana Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ku ji bo cîhanê ji koletiyê rizgar bike, li dijî îdeolojiya kapîtalîzmê şer bike û projeya netewa demokratîk a jiyana hevpar a aştiyane bi pêş bixe, dest bi xebata xwe ya şoreşgerî kir, sinevizyonek hat têmaşe kirin.

Konferans bi gelek pêşniyarên kûrkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan, balkişandina li ser azadiya jinê, avakirina civakek exlaqî û polîtîk û şêweyê jiyanê û cihê nîqaşên hertimî, pêşxistina fikrî li ser esasê xebatên xwe bi dawî kir.