Dayikên Aştiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan

Dayikên Aştiyê ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin, hatin berdan.

Stenbol – Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryaêrn wan bên cezakirin, xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan nehişt û 20 kesên li wir binçav kirin.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan piştî îfadeya li midûriyeta polîsan a Vatanê hatin berdan.