Yekîtiya Ewropê dê pêkanînên li dijî Îranê berfireh bike

Wezîrên Karê Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo berfirehkirina pêkanînên li dijî Îranê gihan lihevkirinek siyasî.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Bilind ya Polîtakaya Ewlehiyê û Karê Derve ya YE’yê Josep Borrell piştî civîna li Luksemburg ya Wezîrên parastinê ya endamên karê derve ya welatan daxuyaniyek da. Josep Borrell da zanîn ku piştî êrişên Îranê li ser Îsraîlê biryara pêkanîna li dijî welatê Îranê ragihand û wiha got:

“Em ji bo li dijî Îranê pêkanîna li dijî dronê rejîma me, fuze, wan transferi Rusya bike, bigre nava xwe berfireh bike em gihan li hevkirinek siyasî. Di heman demê de qada erdnîgarî ya vê çarçoveyê berfireh bikin, drone û fuze ne tenê li Rusya, di heman demê de transfera li hemû herêmên Rojhilta Navîn û Derya Sor me biryara pêkanînê da.”

YE’yê li dijî Îranê belavkirina çekên îmha, binpêkirinên mafê mirovan û ji ber tedarîka amûrên bê mirov yên hewayî yên Rusya biryara pêkanînê heye.