Li Mexmûrê berxwedana 3 salan: Dayîka Xanim a 77 salî 1096 roj in di nobetê de ye

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê derbasî sala xwe ya 4'emîn bû. Dayîka Xanim Benek a 77 salî 1096 roj in bênavber di nobetê de ye.

SIYA KAR

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ku di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyeke mezin berdewam dike. Ev çalakî ku sê sal li pey xwe dihêle, wekî çalakiya herî demdirêj a li wargehê derbasî dîrokê dibe. Nobet her pênc rojan carekê ji aliyê komên nû ve tê dewrgirtin. Gelê wargehê û endamên saziyan bi dilgermî û girêdanbûneke kûr beşdarî çalakiyê dibin û bi salan e ji bo azadiya Rêberê xwe di nava têkoşîneke bêhempa de ne. Gelê wargehê her carê nûvekirina soza xwe ya heta serkeftinê nîşan didin.

Yek ji wan çalakvanên ku canê xwe daye ber vê nobetê, Dayîka Xanim Benek a 77 salî ye. Ew ji roja ku çalakî dest pê kiriye û vir ve, her roj bi heman coş û biryardariyê tevlî nobetê dibe. Ji bo wê ne kalbûn, ne nexweşî û ne jî westandin asteng e. Girêdanbûna wê ya kûr a bi Rêberê wê re, hemû astengiyên li pêşiya wê radike û her roj riya çalakiyê li ber wê ronî dike. Dayîka Xanim ev 1096 roj in bêyî ku rojekê jî navber bide, diçe çalakiyê û heta niha di 210 koman de cihê xwe girtiye.

Dayîka Xanim Benek, li ser wate û girîngiya salvegera vê berxwedana bêhempa ya li wargehê, hest û ramanên xwe bi ajansa me re parve kir.

‘Çalakiya me bû pira herî xurt a girêdanbûna me ya bi Rêbertî re’

Xanim Benek di destpêka axaftina xwe de, silavên xwe yên herî germ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên azadiyê dişîne û destnîşan dike ku ev çalakî ji bo wan bûye qada dildarî û têkoşînê. Xanim Benek got: “Ev bû sê sale ku em di vê çalakiya pîroz de ne. Ez li gel hemû komên nû yên ku nobetê dewr digirin, her roj li vir im. Ne gengaz e ku rojekê jî ez li derveyî vê çalakiyê bimînim. Nobeta me her pênc rojan carekê bi komên nû re rengîn dibe û hemû gelê wargehê bi dil û can, bi herikîneke xurt berê xwe dide qada berxwedanê. Ev çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê kir. Di wan rojên ku bi tu awayî agahî ji Rêberê me nedihat, derî li rûyê malbat û parêzeran hatibûn girtin, me bi vê çalakiyê dengê xwe bilind kir. Çalakiya me, bû pira herî xurt a girêdanbûna me ya bi Rêbertî re.”

‘Em êdî dixwazin Rêberê xwe di nav xwe de bibînin’

Xanim Benek di berdewamiya axaftina xwe de balê dikişîne ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha dibêje: “Gelek rojên nexweş hatin jiyîn. Ji bo ku şer û kuştin raweste, Rêbertî ev pêvajo da destpêkirin da ku jiyaneke aştiyane were avakirin. Lê dewleta Tirkiyeyê di nava vê pêvajoyê de gaveke şênber neavetiye. Ne tenê dewleta Tirkiyeyê, hemû dewletên din jî piştgiriya vê bêdengiyê dikin û nabin alîkar ku gavên şênber werin avêtin. Di serî de pêwîst e Rêberê me û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Ji ber ku Rêbertî her tim ji bo edalet û aştiyê kar kiriye da ku şer û kuştin neyê jiyîn. Ji bo vê çendê, pêwîst e her kes ji bo serkeftina vê pêvajoyê bibe alîkar. Divê em ji her demê zêdetir kar û xebatê bimeşînin da ku em Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin. Em êdî dixwazin Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad û di nav xwe de bibînin û ev pêvajo bi serkeftî û bi edalet bi dawî bibe da ku em di nava aştiyê de bijîn.”

‘Rêbertî hebûna me ye’

Xanim Benek herî dawî girêdanbûna xwe ya bi Rêberê xwe re anî ziman û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez xwedî wijdan û bîr û bawerî me, ji ber wê çendê ez bi Rêbertî, malbata wî û hemû girtiyan ve girêdayî me. Ji ber wê ez di aliyê wijdanî de xwe berpirsyar dibînim ku her roj werim çalakiyê ji bo Rêbertî. Çawa ku Rêbertî di zindanê de ye, berxwedanê dimeşîne û li ser soza xwe ye, ez jî heta dawiyê li ser soza xwe me ku ji bo Rêbertî her dem di nava çalakiyan de bim. Her çend ez xwedî temen bim û nexweşiyên min hebin jî, ez ê her tim bi dil û can û bi bawerî di nava çalakiyan de bim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Ji ber ku Rêbertî hebûna me ye û em bi wî hene.”

Dayîka Xanim Benek herî dawî straneke dengbêjiyê got û diyarî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.