‘Yekbûna jinên Sûriyê di vê pêvajoyê de girîng e’

Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinên Sûriyê Wead El Wecrî tekez kir ku yekbûna jinên Sûriyê û di nav jinan de parvekirina tecrubeyên Şoreşa Rojava gelek girîng e.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Meclisa Jinên Sûriyê ji bo belavbûna tecrubeyên jinan di Şoreşa Rojava de li ser asta Sûriyê gelek xebat dimeşîne. Armanc ji vê yekê ew e ku yekbûna jinên Sûriyê ava bike û derfetan jê re vekin ku bigihêjin azadiyên xwe. Di pêvajoya ku Sûriyê tê re derbas dibe pêdîvî bi yekgirtina jinan heye. Kiryar û siyasetên komên cîhadîst ên HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) li Sûriyeyê ji bo dûrxistina rola jin di nava civakê de ye. Der barê plan û siyasetên ku li dijî jinên Sûriyê dimeşin, xeteriya li ser destkeftiyên jinan Endama Komîteya Têkliyan a Meclisa jinên Sûriyê Wead el Wecrî bi ajansa me re axivî.

‘Jin bi şoreşê re gelek destfkeftî bi dest xistin’

Wead El Wecrî tekez kir ku divê jinên Sûriyê yekbûna xwe ava bikin û wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê, gelê Sûriyê gelek êş û azar dîtin, bi taybet jin. Tevî êş û zehmetiyan jî  jinên Sûriyê hebûna xwe di nava şoreşê de nîşan dan, pêşengî ji şoreşê re kirin û têkoşiyan. Li dijî desthilatên ku dixwestin dengê wan qir bikin serî hildan û li berxwe dan. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi destxistin. Ew bûn nimûneya pêşengên jinên ku azadî û edaletê daxwaz dikin. Jina Sûriyê weke berxwdêr û tekoşer tê naskirin. Di vê pêvajoyê de yekbûn û yekgirtina jinê Sûriyê gelek girîng e.”

‘Ji Sûriyê heya Efganistanê têkoşîn divê’

Wead El Wecrî di nava gotinên xwe de dest nîşan kir ku ji bo bi destxistina mafê xwe di Sûriya nû de pêwîstî bi xurtkirina kar û xebatê heye û ev tişt anî ser ziman: “Divê em asta kar û xebatên xwe mezintir bikin, ji bo ku hebûna xwe di cihên biryardayînê bigrin. Di nav hemû civakan de hebûna jinan civakê pêş dixîne. Ji bo bi destxistana azadiya xwe divê em li hemberî siyasetên li dijî jinan dimeşînin, bisekinin. Ji Sûriyê heya Efganistanê divê jin dest ji mafê xwe bernedin û têbikoşin. Hebûna jinan di destûra Sûriyê ya nû de gelek girîng e, ji bo ku karibe beşdarî qada siyasî û civakî bibe.”

‘Em ê tecrubeyên jinên rojava di nav jinên Sûriyê de belav bikin’

Wead El Wecrî got ku dewletên kapîtalîst her hewl didin dengê jina azad qir bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Bi rêya hedefgirtina jinan dewletên kapîtalîst hewl didin civakê û gel têxin bin konrtola xwe, her wiha destkeftiyên ku jinan di şoreşê de bi destxistine jê bidizin. Ji ber vê yekê divê hemû baş van siyaset û planên ku li dijî civakên azadîxwaz tên kirin, nas bikin. Ji bo gihandina dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji jinên Sûriyê re gelek hewldanên me hene. Di heman demê de em ê tecrubeyên jinan di şoreşa rojava de ji hemû jinan re ragihînin da ku em karibin rola jinê di hemû qadên jiyanî de bi dest bixin.”