Kongra Star bi boneya damezrandina xwe daxuyaniyek weşand

Kongra Star salvegera damezirandina xwe li tevahî jinan pîroz kir û got. “Em 20’emîn salvegera damezrandina Kongra Star bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahî jinên têkoşîn û berxwedanê dimeşînin, pîroz dikin.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Kongra Star bi boneya 20’emîn salvegera damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Star berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê silav kir.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di sala 2024'yan de, herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên pir mezin, berxwedanek bêhempa ya dîrokî nîşan dan. Bê guman di encama van êrişan de berdêlên mezin hatin dayîn.

Di şexsê sembolên azadiya jinan hevrê Sakina Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Sêvê, Bakîze, Fatma, her wiha şehîdên berxwedana bendava Tişrînê Sozdar Cîhad, Cîhan Bîlgîn Kerem El Hemed, Qemer, Tolvîn Şahîn, Ebîr Elhuseyen, Ronahî, Mizgîn, her wiha di şexsê leheng û sembolên berxwedana cewherî ya jinan şehîd Zeyneb Saroxan, Rîhan Şiwêş, Yusra Derwîş, Gulê Selmo, Diya Hogir, Zehra Berkel de em bi minet hevrêyên xwe bi bîr tînin û soza pêkanîna rêya wan dubare dikin.

Kongra Star ji bo tevahî jinan bûye hêvî

Kongra Star 20 salên têkoşîn, berxwedan, qehremanî, fedakarî li hember tevahî hişmendiyên netewperest, olperest, zayendperest û dagirkeriyê di sedsala 21’an de, bi feraseta hebûn û şerê gel ê şoreşgerî xweparastin esas girt û meşand.

Di salên demdirêj de ji bo gihandina tevahî jinan bi erk û misyoneke mezin girt ser milê xwe ta ku pêşengiyê ji bo tevahî jinan bike, berhemên vê tekoşînê bi çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku Kongra Star bi pêşengiya jinên Kurd xwe gihandin tevahî jinan û bi jinên Ereb, Suryan, Çerkes, Ermen, Êzidî û ji bo tevahî jinan bû cihê hêvî û çareseriyê. Kongra Star ji bo tevahî jinan bû hêviyêke mezin ku her netewe û pêkhate rêxistinên xwe ava bikin, destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin.

Rêxistina Kongra Star ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû heviya konfederalîzma demokratîk a jinan. Di vê dema dîrokî de werin em bi hev re destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin. Bi hevgirtina jinan Sûriyeyeke demokratîk, pirreng, bi hebûn û îradeya jinan di destûra nû de ava bikin. Ji bo vê yekê em dibêjin na ji sîstema olperestiyê re, Jin, Jiyan, Azadî. Avakirina Sûriyeya nenavendî, azad, wekhev û demokratîk planên me yên bîngehîn in.

Em bang li xwişkên xwe yên Sûrî dikin ji bo em vê armancê em bi dest bixin, bibin yek û modeleke wisa pêşkêş bikin ku nifşên bê di siberojeke azad de bijîn.”