Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hat vekirin
Di merasîma vekirina pirtûkxaneya berhemên jinan a li Amedê de hat destnîşankirin ku Nagîhan Akarsel dixwest li Silêmaniyê pirtûkxaneya jinan veke, lê hat qetilkirin û hat gotin ku “Emê xeyalên wê pêk bînin.”
AMED - Şaredariya Peyasê ya Amedê ya DEM Partiyî, li Parka 75’ê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” vekir. Gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneyê bûn. Di merasîmê de jinan gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di merasîma vekirina pirtûkxanê de axivî. Bêrîvan diyar kir ku pirtûkxane ji bo bajêr hiş û bîrek e û wiha got: “Dema me ev xebat dimeşand, me xwest qadeke xweser a jinan hebe. Em hişê xwe mezin dikin û xurt dikin.” Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî anî ziman ku dê bi pirtûkxaneyê re heqîqet bêhtir were avakirin.
‘Nagîhan Akarsel hewl dida li Silêmaniyê ava bike’
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî destnîşan kir ku avakirina pirtûkxaneya ji hêla dîrokî ve watedar e û wiha got: “Ev der di heman demê de qada berxwedan û bîrê ye. Dema Nagihan Akarsel a hêja li Silêmaniyê xebatên vekirina pirtûkxaneya jinan dimeşand, hat qetilkirin. Bicîanîna xeyalên wê, mîrateya me jinan e. Afirînerê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de peyam ji jinan re şand. Ya dikeve ser milê me ew e ku gotina xwe xurt bikin û vê zanînê bi avakirina civakeke azadîxwaz û wekhev berfireh bikin.”
‘Hemû jin bila bên pirtûkxaneyê’
Nivîskar Fatma Taşlitunç jî anî ziman ku divê ev pirtûkxane ji bo hemû şaredariyan bibe mînak û wiha pê de çû: “Divê têkildarî jinên li malan dimînin jî xebat bên kirin. Hewce ye şaredarî lez bidin xebatên xwe yên ji bo jinan.” Hevseroka Rêxistina Bajêr a DEM Partiya Amedê Gulşen Ozer jî bang li hemû jinên dixwazin bixwînin, binivîsin û lêkolîn bikin kir, xwest ku bên pirtûkxaneyê.
Piştî axaftinan, pirtûkxane di nav stran û tilîliyan de hat vekirin. Piştre jinan li ber def û zirnê dîlan girtin.