‘Yek ji astengiyên li pêşiya tevgera jinan komên îslama radîkal in’

Jinên ji Meşa Jinan a Cîhanê, bal kişandin ku partiyên netewperest û nijadperest li tevahiya cîhanê û bi taybetî li Ewropayê bi hêz dibin û diyar kirin ku îslama radîkal yek ji astengiyên girîng ên li pêşiya tevgera jinan a li cîhan û Rojhilata Navîn e.

ZEYNEP AKGUL

Enqere - Panela bi sernavê “Ji Bahriye Uçokê heta îro: Li Cîhanê Têkoşîna Jinan ji bo Laîktiyê” ku ji aliyê Meşa Jinan a Cîhanê û Komeleya Jinan a 29’ê Cotmehê ve bi hevparî hat organîzekirin, li Salona Konferansê ya Belediye-Îş ê hat lidarxistin. Ji Tirkiyeyê Şenal Sarihan, ji Pakistanê Buşra Halit, ji Cezayîrê Şerîfa Heddar û ji Maliyê Nana Aicha Cisse wek axaftvan beşdarî panelê bûn.

Di panelê de hat diyarkirin ku têkiliyên aştiyane serdest in; jinan bi daxwaza cîhaneke aştiyane û bê tundiyê, diyar kirin ku divê êdî aştî weke utopya neyê dîtin divê bibe xwezayî. Di axaftinên hatin kirin de; di nîzameke aborî de ku krîza cîhanî, bêkarî, newekheviya dahatê û toleransa di navbera mirovan de sist bûye; hat destnîşankirin ku li cîhanê û bi taybetî li Ewropayê partiyên netewperest û nijadperest her ku diçe bihêztir dibin û hat diyarkirin ku yek ji astengiyên girîng ên li pêşiya tevgera jinan a li cîhanê û Rojhilata Navîn komên îslama radîkal e.

‘Hûn nikarin bi milyonan jinan di malan de bigrin’

Di axaftinên li panelê de, li ser betalkirina Peymana Stenbolê ya ku di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de peymaneke navneteweyî ye hat qebûlkirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hat betalkirin, bertek hatin nîşandan.

Di panela ku “Ew ji Peymana Stenbolê nefret dikin ji ber ku naxwazin peyva newekheviya zayendî ya civakî jî bibihîzin” hat gotin de, ev hatin gotin: “Ji bo newekheviyê xwezayî bikin û jinan bindestî mêran bikin qala xweza û edaletê dikin. Em dizanin ku edalet bê wekhevî nabe! Vekişîna ji peymana ku dewlet mecbûr dike pêşî li tundiyê bigre, jinan biparêze, mekanîzmayên piştgiriyê ava bike ku jinan bi hêz bike û sûcdaran ceza bike da ku jin ji tundiyê dûr bikevin, tê wateya ku dewlet ji van erkan dûr dikeve. Wateya ku ew berpirsiyariya qetilkirina jinan û pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan red dike. Ev tê wateya ku dewlet li dijî jinan e.”

‘Em biryara vekişînê nas nakin’

Her wiha di panelê de peyama: “Vegera têkoşîna me nîn e. Têkoşîna jinan nayê astengkirin. Em jin wê li kêleka hev bisekinin û bi hev re têkoşîna van mafan bi cih bînin. Em tu caran biryara vekişînê nas nakin! Em xwedî li maf û jiyana xwe derdikevin. Em berxwedana jinan a li dijî partriyarkayê mezin dikin.”

Piştî panelê ji Koordînasyona Meşa Jinan a Quebec Emilia Castro (Kanada) ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew 21 sal in xebatên jinan dimeşîne û di vê xalê de berê xwe daye tevgera jinê. Castro da zanîn ku ew ji ber ku Tirkiye malovaniya Meşa Jinan a Cîhanê dike gelekî kêfxweş in û got: “Hejmara me çiqas zêde bibe, têkoşîna me ewqas mezin dibe.”

Tora hevgirtinê çêdikin

Suad Mehmûd her wiha destnîşan kir ku ew ji Meşa Jinên Cîhanê ya Tûnisê hatiye û ji dema xwendekariyê ve di nava rêxistina tevgera jinan de cih digire. Suad Mehmûd got:

“Bi taybetî ji sala 2011’an ve ez di beşa koordînasyona navneteweyî de jî dixebitim. Dema ku em li çalakiyên xwe yên li vir dinêrin, hem li herêmê, hem li qada neteweyî û hem jî li qada navneteweyî çalakiyên me hene. Em ji bo hişyarkirina jinên mexdûrên tundiyê di qada neteweyî de dixebitin. Ji bilî agahdarkirina jinên li gundan der barê tundî û tundiya nava malê de, em der barê bikaranîna gubre, tov, metirsiyên ku di çandiniyê de rastî wan tên û bihêzkirina jinan di vî warî de jî piştgirî didin.

Dema ji perspektîfa herêmî tê mêzekirin, em piranî bi gelê Filistînê re di nav hevgirtinê de ne. Filistîn welatekî di bin dagirkeriyê de ye, lewma jî welatekî bi hêz û çekan hatiye dagirkirin. Em bi gelê Filistînê re hevgirtinê nîşan didin. Her wiha em bi gelên Lîbya û Sûriyeyê re jî di nava hevgirtinê ne. Dîsa gelek çalakiyên me bi taybetî li ser beşdarbûna çalakiyên hevgirtinê ne. Helbet em 8’ê Adarê û 24’ê Nîsanê pîroz dikin. Li Bangladeşê ku 100 hezar jin lê mirine, em piştgiriyê didin jinên ku di pîşesaziya tekstîlê de dixebitin. Em jî piştgiriyê didin Meşa Jinan a Cîhanê ya li dijî xizaniyê.”

‘Em bi Tirkiyeyê re bi koordîneyî dixebitin’

Suad Mehmûd, anî ziman ku li her derê cîhanê pêwîstî bi hevgirtinê heye û got: “Dema em li têkiliyên xwe yên nêz bi jinên Tirkiyeyê re dinêrin, xalên me yên pir dişibin hev û xalên bingehîn hene. Em bi hev re kar dikin ji ber ku pirsgirêkên ku em li vê herêmê bi wan re têdikoşin yek in. Hem li vir hem jî li Ewropayê. Em hema hema li ser heman mijaran bi koordînasyon dixebitin, nemaze der barê îslama radîkal, pirsgirêkên ku em di sendîkayan de pê re rû bi rû dimînin an jî mijarên wekî wekheviya zayendî û tundiya nav malê û bi saya vê koordînasyonê em dikarin bibêjin ku têkiliyeke me ya pir xurt bi rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê re heye. Cara destpêkê ye ku xebateke wiha ji bo Tirkiyeyê tê kirin û em pê serbilind in. Ev rewşek awarte ye ku jin li seranserê cîhanê qala tundî, cudakarî û newekheviyê dikin û banga wekhevî û hevgirtinê dikin û ev yek hêza me ya herî mezin pêk tîne.”

‘Me nexşeriyek derxist’

Claudine Lath a ku ji Peravê Fîlan tê, diyar kir ku ew bi welatên Rojavayê Efrîkayê û welatên cîran re dixebitin. Claudine Lath got:

“Em li herêma xwe ya Efrîkayê beriya konferansa xwe ya navneteweyî civiyan. Malî, Nîjerya, Burkîna Fas, Senegal, Togo û Perava Fîlan hemî wekî welatên Rojavayê Efrîkayê şêwir dikin û me lêkolîn kir ku derd, pirsgirêk û serpêhatiyên jinan çi ne. Navendek me heye û li gorî vê navendê me nexşeriyek derxistiye. Werin em vê derxin pêş û di civîna navneteweyî de pêşkêş bikin. Em hem di nava xwe de dixebitin hem jî xebatên me yên navneteweyî hene. Weke xwişka min a beriya min jî gotibû, bi ofîsa Tirkiyeyê re jî koordînasyona me heye. Em ji aliyê rayedaran ve pir baş hatin pêşwazîkirin û hewandin. Her wiha em bi STK, saziyên jinan ên li Tirkiyeyê re jî di nava têkiliyê de ne.”