Jinên ji Girê Spî: Em ê li dijî êrîşan bibin yek

Jinên ku ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî xwe spartin Kampa Tel El-Samen, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî dan û gotin: “Weke Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmen em ê li dijî êrîşan bibin yek.”

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê - Dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wî di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi çekên giran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Di êrîşên dagirkeriyê de piraniya wan jin û zarok bi hezaran sivîl koçber bûn. Rêveberiya Xweser di dawiya sala 2019’an de ji bo koçberan kampa Tel El-Samen li bakurê bajarê Reqayê ava kir. Zêdeyî 700 malbat li kampê dijîn.

‘Em neçar man axên xwe biterikînin’

Yek ji şêniyên Kampa Tel El-Samen Yusra Elî Muhammed a 40 salî jî diyar kir ku 4 sal di ser dagirkirinê re derbas bûne, lê serpêhatiyên wan di bîranînên wan de cih digirin û wiha got: “Zehmet bû ku dema me dev ji bajar, mal û axa xwe berda. Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser bajar di 9’ê Cotmehê de destpê kirin. Li dora saet çarê piştî nîvro me dengê topên ku li her derê dibariyan bihîst. Me wê demê zanî dewleta Tirk êrîş kiriye. Em bi rojan di nava şokê de man. Gel malên xwe neterikandin, lê ji ber êrîşên dijmirovahî em neçar man axa xwe biterikînin.”

‘Ji bo ku em bi hevre bijîn em ê bibin yek’

Yusra Elî Muhammed da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk sabotaj, koçberkirin û wêrankirinê ye û got: “Êrîşên dewleta Tirk bi awayekî rasthatinî bûn, bi balafirên bêmirov sivîl û malan hedef girtin. Wê rojê mala min hate hedefgirtin û bi temamî xira bû. Ji ber vê yekê em neçar man derkevin û xwe sipartin gundên cîran. Em çend roj man wir, lê me ne karî liberxwe bidin. Birçîbûn, westandin û tirsê me neçar kir ku em li kampê bi cih bibin. Beriya dagirkeriyê em li mala xwe bi aramî dijiyan. Bajarê Girê Spî hemû pêkhate hembêz kir û îro em şêniyên vî bajarî ew wêneyê xweş anîn vê kampê. Weke Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmen ji bo bi hevre jiyan kirinê em ê li dijî êrîşan bibin yek.”

‘Em neçar man malên xwe ji dagirkeran re bihêlin’

Îman El-Elî ya 30 salî ku ji navçeya Silûk a Girê Spî ya dagirkirî koçber bû, wiha got: “Dewleta Tirk bi hinceta ewlekarî û rizgarkirina gel bajarê me dagir kir. Ji bo têkbirina ewlehî, aramî, jiyan û azadiyê hatin. Piştî ku bajarê me dagir kirin me ji bilî qetilkirin, wêranî û îşkenceyê tiştek din nedît. Dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bajarê Girê Spî û gundên wê jî di nav de bûn. Dema ketin Silûkê hemû gel ji malên wan derxistin û em man. Demek dirêj em li bendê man ka çi bikin û çarenûsa me çawa be. Piştî çend saetan me dengê top û guleyan bihîst û em neçar man malên xwe ji dagirkeran re bihêlin.”

‘Dawiya dagirkerên Tirk wê bibe weke çarenûsa DAIŞ’ê’

Îman El-Elî binpêkirinên dagirkeran wek hovîtî bi nav kir û got: “Bi hebûna wan li herêmên me rewş roj bi roj xirabtir bû. Em dibînin ku çawa pêla koçberiyê ji van herêman di encama bêmafî û îşkenceyê de zêde dibe. Dema ku dewleta Tirk û çeteyên wî êrîşî bajarê me kirin, heman rêbazên DAIŞ’ê bi taybet li dijî jinan heman bûn. Polîtîka û îdeolojiya wan heman bûn û ji dervey navên wan tu cudahî dinavbera wan de nebû. Dawiya dagirkerên Tirk wê bibe weke çarenûsa DAIŞ’ê.”