‘Ya ku tê xwestin di doza Kobanê de were darazandin destkeftiyên jinan e’

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan diyar kir ku di Doza Kobanê de hewldan heye ku îradeya jinan a ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn kirin were darazandin, destnîşan kir ku destur nadin vê yekê û banga bejdariya danaşînan kir.

Navenda Nûçeyan - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan têkildarî Doza Kobanê li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da. Derbarê Doza Kobanê nirxandin kir.

‘Belgeyek diyar nîn e’

Canan Çalagan, diyarkir ku piştî 6 sal û 3 mehan têkildarî bûyerên Kobanê doz hatiye vekirin û wiha got:

“Dozeke sexte ye. Nîşeyên agahiyên nepen ên di dosyayan de hatine jibîrkirin û tayînkirina dozgerên navên wan bi rêxistinên sûc tên bilêvkirin a li şandeya dadgehê, nîşaneya vê ye. Di Doza Kobanê de ne tenê 108 hevalên wan lê di heman demê hewl didin îradeya jinan bidarizînin.Ya ku dixwazin di vê dozê de bidarizînin; îradeya jinan e ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên êrişî Kobanê kirin û jin hedef girtin têdikoşin. Li Rojava bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin.

Ya ku dixwazin bidarizînin, destkeftiyên gelê kurd û jinan e. Her hevala me ya li girtîgehê tê ragirtin, emrê xwe daye têkoşîna azadiyê ya jinan. Di têkoşîna li dijî tundî û komkujiyên li dijî jinan de tu carî gav şûnde neavêtin. Ji bo ku hevalên me tawanbar bikin, îdianameya ji 3 hezar û 500 rûpelan amade kirine. Her rêzika vê îdianameyê li ser bingeha dijminatiya li jinan hatiye amadekirin. Ev îdianameya ku ji bo jinan tu qîmeta wê nîne, di halê hazir de vala hatiye derxistin.”

Banga ji bo Doza Kobanê

Canan Çalagan destnîşan kir ku wê tu caran dest jî têkoşîna azadiaya jinê neberdin û herî dawî wiha got: “Li derve yan jî li hundir, em li ku derê dibin bila bibin emê bi tu awayî dev ji piştevanî û têkoşîna azadiya jinan bernedin. Îradeya ku Fîgen, Gultan, Sebahat, Ayla û hêj gelek hevalên din raber kirî, rêya me ya têkoşîna azadiya jinê ronî dike. Ji bo ku bibêjin têkoşîna li dijî sûcê mirovahiyê ya li Kobanê hewl didin pêk bînin sûc nîne, ji bo ku bibin dengê rêhevalên xwe yên jin, ji bo mezinkirina piştevaniyê û mezinkirina serhildana xwe, divê em bi awayekî herî xurt xwedî li parastinên rêhevalên xwe yên jin derkevin û tev li danişînên Doza Kompasê ya Kobanê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê Gotina tên lidarxistin bibin.”