Xwepêşandanên li Îsraîlê di hefteya 16’emîn de ne
Bi deh hezaran dîsa li dijî rêziknameya darazê ya li Îsraîlê daketin qadan. Serokomar Isaac Herzog got ku pevçûn "krîza navxweyî ya herî giran" bû ku welat heta niha dîtiye.
Navenda Nûçeyan – Îsraîlî ku her şeva şemiyê li seranserî welêt li dijî rêziknameya dadwerî ya hikûmeta bi serokatiya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwepêşandanên girseyî li dar dixin, di hefteya 16’emîn de xwepêşandanan dîsa daketin kolanan.
Li bajarên wekî Tel Avîv, Qudsa Rojava, Heyfa, Netanya, Birûssebî û Rehovotê bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşandanan bûn. Li Tel Avîva ku beşdariya herî mezin lê ye, zêdeyî 30 hezar xwepêşander li Kolana Kaplan protesto kirin. Polîsên Îsraîlî li gelek bajaran bi taybetî li Tel Avîvê hin rê girtin. Çalakgerên ku bang li Benjamin Netanyahu kirin ku îstifa bike pankartên bi nivîsa "Netanyahu, derewan neke" hilgirtin.
'Krîza herî giran'
Ji aliyê din ve Serokê Îsraîlê Îsaac Herzog di hevpeyvîna xwe ya li rojnameya Yedioth Ahronoth de got, "Bi baweriya min krîza heyî (reforma dadweriyê) ya herî metirsîdar e ji dema damezrandina dewletê û vir ve, krîza herî giran a dîroka welêt e." Îsaac Herzog, anî ziman ku qeyrana der barê rêziknameya darazê de bandor li gelek sektoran kiriye û got, axaftinên ku li hemberî wî dijberiyeke mezin tê kirin, tenê propaganda ye.
Benjamin Netanyahu di 27’ê Adarê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew rêziknameya edlî taloq dikin. Lê tevî biryara taloqkirinê jî hikûmeta Benjamin Netanyahu ku gavekê paşde neavêt, diyar kir ku ew ê rêziknameyê di destpêka meha Gulanê de vegerînin Meclîsê.