Nobeta Edaletê di roja 762’yemîn de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 762’yemîn de Nobeta Edaletê didomîne bi parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal got, “Em bi gavên bi biryar ber bi edaletê ve dimeşin.”

Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû, di roja xwe ya 762’emîn de didome.

Ji ber ku dawiya heftê ye û adliye girtî ye Emîne Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê Nobeta Edaletê didomîne, Ferît Şenyaşar jî ji bo xebatên hilbijartinê li qadan e.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parvekir: “Em têkoşîna xwe ya edaletê di bin bane Partiya Çepên Kesk de li tevahî navçeyên Rihayê didomînin. Li her cihê ku em diçin eleqedarî li ser bendewariyên me ye. Em bi gavên bi biryar ber bi edaletê ve dimeşin.”