Ger li Îranê jehrîbûn bi dawî nebin dê perwerde dakevin kolanan
Konseya Koordînasyona Rêxistinên Sendîkaya Perwerdekarên Îranê a bertek nîşanî bûyerên jehrîbûna dibistanên zarokên keç ên li Îranê da, diyar kir ku ger tedbîr neyên girtin dê perwerde biherike kolanan.
Navenda Nûçeyan- Serhildana gel a li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, di meha xwe ya 8’an de berdewam dike. Rayedarên hikûmetê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan gelek rêbazan bikar tînin. Di mehên dawî de, bi taybetî li dibistanên ku zarokên keç lê perwerde dibin zêdebûna bûyerên jehrîbûnê di rojevê de ne, rayedarên hikûmetê jî ev îdia red kirin. Konseya Koordînasyona Rêxistinên Sendîkaya Perwerdekarên Îranê ku der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da, bang kir ku ji bo parastina xwendekaran ji êrîşên kîmyewî yên li dibistanan komîteyek bê avakirin.
'Rastî tên veşartîn’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rayedaran bi hincetên cuda rastiyan veşartiye û wiha hat gotin, “Li welat bi piranî li dijî dibistanên keçan êrîşên kîmyewî tên kirin. Rayedaran li hemberî rewşa ku ev 6 meh in dewam dike dem bi dem bertek nîşan didin, gel, dayik, bav, mamoste û saziyên navneteweyî jî gelek caran li dijî êrîşan daxuyaniyên şermezarkirinê dan. Nêrîna hevpar a her kesî jî ew e ku tişta pêwîst bê kirin, kiryar bên girtin. Dema ku erkdarên bêkêr sûcê xwe vedişêrin, bi hincetan hewl didin rastiyan veşêrin. Di fermandeya polîsên welat de jî ewlehiya zarokan nayê misoger kirin. Hikûmet û erkdarên dewletê yên ku ewlekariya zarokan misoger nakin, gef li jinên ku li dijî zordestiyê li ber xwe didin û li dijî hicabeyê ferzkirî derdikevin dixwin.”
'Divê komîte bên avakirin'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Konseya Koordînasyona Rêxistinên Sendîkaya Perwerdekarên Îranê dê li dijî jehrîbûnê hemû derfetên xwe ji bo parastina jiyana xwendekar, mamosta û erkdarên dibistanê bi kar bîne û hat xwestin ku xwendekar, malbat û mamosteyên pêwendîdar destê xwe bidin hev û li dibistan û taxan komiteyên parastina xwendekaran ava bikin. Di daxuyaniya ku hat gotin, “Ger berpirsên van tawanên wêranker neyên eşkerekirin, neyên dadgehkirin û neyên cezakirin, dê vê demê mamoste ji bo rizgarkirina jiyana xwendekaran li kolanan dersan bidin. Di vê rewşê de dayik û bav dê ji komîteyên parastina giştî nepeniya xwendekaran biparêzin dixwazin.”
'Divê dibistan bên parastin'
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em dixwazin ku leşker û polîsên kêm be jî xwedî wijdan, kiryarên ku xwendekarên keç jehrî kirine bigrin. Divê ji bo parastina zarokan erka xwe ya qanûnî pêk bînin. Divê rêvebirên vê welatî li şûna ku dem û enerjiya xwe ji bo şopandina rojevên neqanûnî û neheq xerc bikin, nepenîtiya dibistanan biparêzin.
Divê rayedar zanibin ku xwendekar û mamoste xeta me ya sor in. Her ziyanek li laş û mejiyê xwendekar û mamostayên bê kirin,, tevgerek ber bi paşeroja Îranê û vê xakê ye. Tenduristiya derûnî û bedenî ya xwendekaran di jîngeheke ewle de yek ji karên sereke yên desteya koordînasyon û çalakvanên sendîkayê ye û hewildan ew e ku li pêşiya debara mamostayan xwendina zarokan bê başkirin.”
Dê çalakiyê bên kirin
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku êrîşên kîmyewî demildest bên rawestandin û hat destnîşankirin ku ger sûcdar bi awayekî adil neyên cezakirin, Konseya Koordînasyona Rêxistinên Sendîkaya Perwerdekarên Îranê dê hemû hêza xwe ji bo rawestana êrîşan bi kar bîne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dê li dijî jehrî ketinê û hat tomarkirin ku ger jehrî berdewam bikin dê li seranserê welat çalakî bên lidarxistin