Xwendekar li Xezayê bi kêm derfetan re rûbirû ne

Xwendekara Xezayî ku fakulteya bijîşkî qedandiye, destnîşan kir ku ji ber êrîş, kêm derfetên jiyanî û aborî, xwendevan bi zehmetî û astengiyan re rûbirû dimînin.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Xwendekarên jin ên ku fakulteya bijîşkî ya li Zîvala Xezayê qedandine, ji bo temamkirina şertên derçûnê, di bin gefê qirkirinê de bi rewşên dijwar re dimînin. Rewşa aborî ya lawaz jî nahêle ku gelek ji wan vê gavê berdewam bikin. Yên mayî jî di bin zextek mezin a nexweşxaneyan de ne. Hewcedariya wan bi vê hêza kar heye.

Di nav xeteriya êrîşan de hewl dide xebatên xwe bipêş bixe

Dr. Şemis El-Drêmilî ya teknîsyena ameliyetê ye, got ku wê ev pisporî li zanîngehek li Zîvala Xezayê xwendiye û bi pileya bilind qedandiye. Şemis El-Drêmilî wiha xivî: "Karê min gelek dijwar e. Ji ber ku li odeyên ameliyetê cih digirim. Her kêliya ku derbas dikim, girîng e û ji bo jiyana nexweşan gelek xeternak e. Min qet hêvî nedikir ku kêliyên destpêkê yên karê min di bin şerê li Xezayê de bin. Xebatên tenduristiyê, bandorê li yên bedenî jî dikin. Ji ber ku mirov  bi seatan li ser piyan dimînin. Her wiha bandora êrîşan a derûnî jî heye ku bandorê li ser xebatên me dikin."

Zehmetiyên xwendekaran ên piştî derçûnan

Şemis El-Drêmilî da zanîn ku perwerdeyên piştî derçûnê gelek buha ne, her wiha buhabûn û nebûna pêdiviyên jiyanî jî dihêlin ku xwendekar bi zehmetiyan re rûbirû bimînin û wiha got: "Li nexweşxaneyan jî derfetên paqijiyê nayên peydakirin. Ev jî dihêle ku nexweşî di nava bijîşkan de zêdetir belav bibin. Divê însiyatîfên ji bo têkoşîna li dijî belavbûna nexweşiyên vegirtî, wek hepatît ku ne welatî û ne jî tîmên tenduristiyê dikarin parastina paqijiya xwe di nava şer de bikin, bên zêdekirin. Di heman demê de hewcedariya xwendekaran bi hinek pereyan hene da ku karibin karê xwe berdewam bikin. Gelek xwendekar ji ber rewşa aborî ya malbatê ji mafê xwendin û perwerdehiyê bê par mane."

Hewl dide destek bide xwendevanên ku li malê rûniştine

Şemis El-Dêrmilî destnîşan kir ku ji bo başkirina rewşa madî ya xwendekaran, ji cihên pêwendîdar re pêşniyar û daxwazên xwe ragihandiye û wiha pê de çû: “Me pêşniyar kir da ku xwendekar bi van pereyan amûrên parastina kesayetî wek dezenfektan, losyon, maske û lepik peyda bikin ta ku karibin xebatên xwe bidomînin. Lê mixabin heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Ji ber vê ez hewl didim di pêşerojê de li ser medya dîjîtal vê hemleyê belav bikin da ku alîkariyê bidin xwendekarên derçûne."