Rewşa tendirustî ya Zeyneb Celaliyan ne baş e

Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên jin ên Kurd didome. Hat gotin ku rewşa tendirustiya giriya siyasî ya Kurd Zeyneb Celalyan nebaşe, pêwîstiya wê bi emelyatê heye, lê rayedarên girtîgeha rejîmê destûr nadin were dermankirin.

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, rewşa tendirustiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nebaşe û ew ji mafê xwe yê tedawiya bijîşkî hatiye bêparhiştin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku 18 salin Zeyneb Celaliyan di girtîgehê de ye, pêre nexweşiyên çav, gurçik û rûviyan çêbûye, li gor testên berî niha hatine kirin pêwîstiya wê bi emelyatê heye.

Her wiha hat gotin ku Zeyneb Celaliyan gelek caran ji aliyê berpirsên girtîgeha Yezd ve rûbirûyê êşkence û heqaretan hatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.