Li dijî bernedana şervanên YPJ’ê bertek: Êrişa li dijî vîna me ye
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê redkirina rêveberiya demkî ya sûriyeyê ya radestkirina şervanên (YPJ) ên dîlgirtî wek gefek li ser şoreşa jinan pênase kirin û gotin: "Neberdana wan êrişa li dijî vîna me ye.”

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Di navber Meclisa Giştî ya taxên Şêxmaqsû û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de, di 10'ê Adarê de peymanek hate îmzekirin. Yek ji xalên peymanê valakirina girtîgehan û radestkirina girtiyan e. Di 28'ê Gulanê de komîteya ku bi pêkanîna peymanê ve girêdayî ye raghand ku pevguhertina girityan ji ber redkirina rêveberiay demkî ya azadkirina şervanên Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) ligel girtiyên din paşxistin. Ev jî bendê peymanê binpê dike.
Jinên bajarê Kobanê û Efrîna dagirkirî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek û helwestên xwe li hember ne serbestkriina şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi ajansa me re anîn ziman.
'Rêveberiya demkî destdirêjî li têkoşîn û nasnameya şoreşa jinan dike'
Necimê Ibrahîm helwesta xwe li hember bin pê kirinên rêveberiya demkî ji bendên peymanê re wiha anî ziman: "Piştî îmzekirina peymanê derbarê valakirina zîndanan hêviyên me ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nenavendî xurtir bû ku tê de mafên jin bê parastin. Lê bi redkirina rêveberiya demkî ya radestkirina girtiyên şervanên YPJ'ê dê îstîqrara Sûriyeyê ber bi xeteriyê ve bibe. Daxwaza me azadkirina şervanên YPJ'ê ne. Rêveberiya demkî bi vê gavê destdirêjiyê li têkoşîn, nasname û şoreşa jinan dike."
'Yekîneya Parastina Jin hebûna me ne'
Necimê Ibrahîm di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku şervanên YPJ'ê nasnema û hebûna wan e û wiha got: "Bi saya fedekariya şervanên jin şoreşa jinê li cîhanê dengveda û destkeftiyên meizn bi dest xist. Her şervanek jin dîrokek bi lehengiya xwe nivîsandiye. YPJ'ê nasnemeya her jinek bi tundî û destdirêjiyê re dimîne ye. Tenê ev hêz dê parastina mafên jinan ne tenê li Rojhilata Navîn li cîhanê tevan bike. Ewlehî û aramî li Sûriyeyê dê bi hevgirtian pêkhateyên wê pêk were ne bi mudaxeleyên ji derve ve."
'Ji îrade û hebûna YPJ'ê ditirsin'
Almaz Hiso ku ji Efrînê ye û koçî bajarê Kobanê bûye da zanîn ku sedema ne qebûlkirina radestkirina şervanên YPJ'ê ji ber tirsa dewletan ji îsrara vê hêzê ya pêkanîna serkeftinê ye û wiha axivî: "Îradeya hêzên YPJ'ê dewletan ditirsîne. Ji ber ku ew tekane hêza parastina jinan dike û mafên wan diparêze. Bi saya têkoşîn û berxwedana şervanên YPJ em di aramî û ewlehiyê de dijîn. Niha jî rola me ku em azadiya wan daxwaz bikin û li kêlek wan têbikoşin. Rêveberiya demkî ew îdeolojiyeke tundrew dimeşîne ku hewl dide rola jinan di civakê de paşguh dike û holê rake. Ji ber vê radestkirina girtiyên şervanên jin red dike. Tiştê ku bi serê şervanên jin tê, gef û hedefgirtina me û şoreşa me ye jî."