Xizmên Windayan li aqûbeta Mahmût Onerarî pirsîn

ÎHD û Xizmên Windayan aqûbeta Mahmût Onerarî ku di 8’ê Kanuna sala 1996’an de hatin windakirin û qetilkirin pirsîn.

Amed- Şaxa Amedê a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan bi dirûşmeya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 775’an a çalakiya xwe de, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên bi cînayetên kiryarnediyar û di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Xizmên Windayan di çalakiyê de amade bûn. 

Di çalakiyê de destpêkê endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Yakup Guven axivî û êrişê li dijî Şêx Seîd û rewşenbîrên Kurd bi bîr xist û bertek nîşan da û got ku Şêx Seîd û pêşengên din serfiraziya gelê Kurd in.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Onerarî  ku di 8’ê Kanûna 1996’an de li Liceyê ji aliyê polîsan ve bi darê zorê li wesayîtê hatibû siwarkirin û ji wê rojê ve agahî jê nehatin girtin pirsin. Serpêhatiya Mahmût Onerarî ji aliyê Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hate xwendin.

 Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.