Hevseroka KCD'ê Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a girtî li ser daxwaza wê sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Hat hînbûn ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 12'ê Kanûnê roja Sêşemê li ser daxwaza wê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Elezîzê ku lê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Enqere-Sîncanê hat kirin.