Xizmên windayan ên li Amedê ji bo Alî Tekdag edalet xwestin

Xizmên windayan ên li Amedê careke din banga edaletê kirin, di çalakiyê de bal hat kişandin ser qeyûmên hat tayînkirin û gotin: “Qeyûman paş ve bikşînin.”

Amed- Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 822’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Alî Tekdag  ê di 13’ê mijdara 1994’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ewilî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got: “Ji ber ku meseleya kurd nayê çareserkirin bedelên pirr zêde hatin dayîn. Yek ji van bedelan jî windakirina di binçavan de û cînayetên faî ne diyar bûn. Çend roj berê dîsa em tayînkirina qeyûman ji xewê şiyar bûn. Îradeya gelê kurd tune tê hesibandin. Xelk qeyûman protesto dike lê bi awayek hişk û tund mudaxile li welatiyan tê kirin. Em wek ÎHD û xizmên windayan li dijî pêkanîna qeyûman in û dibêjin qeyûman bi paş ve bikişînin.” 

Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş da zanîn ku birayê wê gelek caran hatiye îşkencekirin û herî dawî wî windakirin û got: “Ez heqê xwe li dewletê helal nakim. Em cenazeyên xwe dixwazin. Dayik û bavê min bi hesreta dîtina birayê min koç kirin. Em ê van kirinan ji bîr nekin. Heta ez sax bim wê destê min di stûyê dewletê de be. Alî û şehîdên din çi ji we kiribûn. Ew şehîdên me ne.”

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Alî Tekdag xwend. 

Piştî daxuyaniyê ji bo Tekdag û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.