Li Lubnanê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe
Hejmara kesên ku ji 8’ê Cotmeha sala 2023’an vir ve di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 243 û hêjmara birîndaran jî bû 14 hezar û 134.
Navenda Nuçeyan- Wezareta Tendirûstiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyek nivîskî têkildarî bilançoya êrişên Îsraîlê agahiyan parve kir.
Hat ragihandin ku duh di êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî herêmên cuda ya Lubnanê de 54 kesan jiyana xwe ji des dan û 56 kes jî birîndar bûne. Li gorî vê di êrişên Îsraîl yên li ser Lubnanê ji 8’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûn 3 hezar 243, hêjmara birîndaran jî bûn 14 hezar û 134.
Li aliyê din tê diyarkirin ku li Lubnanê ji ber topbaranên Îsraîlê 100 hezar kes koçber bûne.