Li Sûdanê jin ji bo ewlehiya xwarinê û li dijî xelayê dixebitin
Jinên Sûdanê ku di nava şer de têkoşîna jiyanê didin, di çarçoveya projeyên ewlehiya xwarinê û li dijî xelayê hatine pêşxistin de perwerde dibînin.
MEYSA QAZÎ
Sûdan- Li Sûdanê, ji ber şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dest pê kiriye, li cîhanê bû sedemê krîza herî mezin ya mirovatiyê. Bi milyonan mirov ji cihên xwe bûn, bi taybetî jin û zarok zêdetir jî vî şerî ziyanê dîtin.
Li welat nêzî sal û nîv e şer berdewam dike. Ligel şer pirsgirêka herî mezin a welat xela ye. Xela tê wateya ku li welat gel kêm xwarinê bixwe, pirsgirêka xwarinê bijî û rû bi rûyî mirinê were û kêmaniya herî giran a xwarinê ye. Rayedarên NY diyar dikin ku şerê li Sûdanê didome; welat “ber bi kabusa herî xirab a mirovî ya di dîroka nêz de” dibe û ev rewş tê wateya ku krîza herî mezin a cîhanê derbikeve. Li gorî bernameya xwarinê ya NY (WFP) ji ber şerê navxweyî li welat nêzî 18 milyon kes rû bi rûyî bêewlehiya xwarinê ne. Rayedar diyar dikin ku bi taybetî zarok di vê pêvajoyê de bê parastin in û ji hemû nexweşiyan re vekirîne.
Li welat ewlehiya xwarinê bûye pirsgirêkek gelek girîng, jin ji bo xwe biparêzin di vê qadê de projeyên nû bi pêş xistine. Weqfa Baqadry, li dijî xelayê ji bo pêkanîna ewlehiya xwarinê di xebatên pêşxistinê de dest bi bernameyek nû kiriye. Dîrektorê Îcrayê ya weqfê Muntaha Abdullah diyar kir ku bi taybetî hedef dikin jinan di aliyê aborî û civakî de bi hêz bikin, da zanîn ku weqf hedef dike çareseriyên berdewam bibîne. Muntaha Abdullah destnîşan kir ku di çarçoveya bernameyê de 50 jin perwerde kirine, anî ziman ku jinan di mijara ji bo xwarinên xwe hilînin de perwerde dîtine.
‘Dê jin astengiyan derbas bikin’
Muntaha Abdullah da zanîn ku bi projeyê re dixwazin ewil baştir xwarinan bidin zarokan û ji bo jinan derfetên mayînde yên kar jî pêşkêş dikin û got: “Jin wê bi xebata bi hev re, marqeyên xwe bixin meriyetê. Di hundir û ji derveyî Sûdanê de em hêvî dikin ku di bazarên cuda de bibin xwedî marqeyên baş. Em ê bibin xwedî kooperatîfên ku di warê xwarinê de dixebitin. Wê li her cihê welat jinên kêrahtî û veberhênan hebin. Wê ev xebat ji bo mezinkirina projeyên jinan, famkirina girîngiya rolên xwe û derbaskirina astengiyan bibe alîkar.”
Bang li jinan kir
Muntaha Abdullah xwest ku hemû jinên li qadên ku tê de ne di vê xebatê de cih bigrin, di bernameyê de qadên perwerdeyê wê di civakê de bi bandor bin û wiha got: “Em di wê hêviyê de ne ku her jinek Sûdanê kêrhatî be, berhemdar, bi hêz û bi bandor be. Ger jinên me yên bi hêz hebin wê welatê me, bi pêşketinên berdewam û cur be cur, ji şer paqijbûyî, di nava ewlehî û îstqrarê de be.”
Projeya xwe pêş xist
Fatima Awad Al-Karim jî diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve ji çêkirina xwarin û şîrînahiyan hez dikir û da zanîn ku wê texmîn nedikir hobiya xwe piştî salan veuhgerîne projeyê û got: “Ji ber şerê li Sûdanê didome, ez nikaribûm perwerdeya xwe ya zanîngehê bidomînim. Ez şekir hildiberînim û piştgirî û hevgirtina jinan girîng e. Ger jin piştgiriyê bidin hev wê bi hêz bibin.”