Xizmên windayan: Em edaletê dixwazin

Xizmên Windayan a Amedê di hefteya 753’an a çalakiya xwe de li aqûbeta Ebûbekir Aras ê di 13'ê Tîrmeha 1994'an de hatî windakirin pirsîn û gotin: "Em edaletê dixwazin."

Amed- Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 753’yemîn de çalakiya xwe a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li dar xistin. Xizmên Widayiyan, Rêveberên û endamên Şaxa ÎHD bejdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ebûbekir Aras ê ku hat qetilkirin hat pirsîn.

Di çalakiyê de çîroka Ebûbekir Aras ê di 13'ê Tîrmeha 1994'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate windakirin vê ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin.

'Ji bilî Ebubekir Aras 5 kesên din hatin binçavkirin'

Firat Adenîz diyarkir ku Ebûbekir Aras li Navçeya Şirnexê ya Cizîrê dijiya û di qiraja kamyonan de pasvanî dikir û wiha got: "Hêzên ewlehiyê di 13’yê Tirmeh a 1994’ê de serê sibehê bi ser malê de digirin. Ebûbekir Aras binçavdikin. Di heman rojê de 5 kesên din jî tên binçavkirin. Lê piştre xeynî Ebûbekir 4 kes tên berdan.

Piştî ku Ebûbekir  nehatiye berdan birayê wî diçe ji midurê asayîşê li aqubeta wî dipirse. Midûrê asayîşê ji birayê Ebûbekir redibêje 'Di heman rojê de hat berdan.’ Piştre birayê Ebûbekirê Abdurrahman bi kesên ku di heman rojê de hatine binçavkirin re hevdîtinê pêk tîne. Her kesek tîne ziman ku di binçavkirinê de rastî îşkenceyek giran hatine û elektirîk li  Ebûbekir dane û Ebûbekir jiyana xwe ji dest daye. Piştî van agahiyan birayê Ebûbekir dîsa diçe asayîşê û qala wan agahiyan dike. Piştre  memûrên bi navê Ramazan û Îbrahîm ji birayê Ebûbekir re dibêjin 'Ebûbekir dijî. Lê divê hûn sebir bikin.”

Roja ku hat binçavkirin hat qetilkirin

Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Cizîrê  der barê Ebûbekir Aras de belgenameyek sexte ku piştî binçavkirinê hatiye berdan çap kirine. Di beyannameyê de dîroka binçavkirinê 17’yê Tirmeha 1994’ê û berdan jî di heman roja ber bi evarê de hatiye nivîsin. Ebûbekirê ku xwendin û nivîsandina wî hebû binê beyanname bi tilî ve hatiye îmza kirin. Di beyannameyê de dîroka binçavkirina wî rast nehatibû nivîsandin. Bavê Ebûbekir ji ber ku aqûbeta kurê xwe bipirse serî li Walîtîya Mêrdînê da. Walîtiya Mêrdînê bersiva xwe de diyar kiriye ku  ‘Kurê wî di heman rojê de hatiye binçavkirin û saet 20.30’an de jî hatiye berdan’. Ligel tevî lêgerînan tu agahî ji Ebûbekir Aras nehatiye girtin."

Piştî daxuyaniyê di şexsê de Ebûbekir Aras de ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.