‘Jin li Îranê mafên wekhev dixwazin’

H.G a ji Kirmaşanê diyar kir ku jiyana azad yek ji mafên herî bingehîn ên her kesî ye û got ku jin li Îranê dixwazin di her qadê de bi mêran re bibin xwedî mafên wekhev.

JUAN KERAMI 

Kirmanşah – Jîna Mahsa Emînî ya ku li bajarê Tehran a Îranê hicab bi hincet hat nişandan û ji aliyê polîsên ‘exlaq’ ve rastî îşkenceyê hat, di 16’ê Îlona 2022’an de li Nexweşxaneya Kasrî ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Bi qetilkirina Jîna Mahsa Emînî re, gelên bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” kirin. Hikûmeta Îranê ji bo tepisandina xwepêşandanên gel pêkanînên wekî binçavkirin, komkujî, darvekirin, jehrîkirin û îşkenceyê pêk anî. Li aliyê din gel 10 meh in li dijî her cure zilmê çalakiyên xwe didomînin.

'Jin li dijî her cure zextan li ber xwe didin'

H.G ya ku ji bajarê Kirmaşanê ye, diyar kir ku redkirina ferzkirina hîcabê  ya jinan bûye sedema zextan. Her wiha H.G’ê da zanîn ku jin li dijî her cure zextan berxwedana xwe didomînin û got, “Hêzên ewlekariyê û beşek ji civakê hewl didin jinan dibin zextê de bihêlin. Lê em jin di daxwazên xwe de bi israr in û heta bigihijin vê armancê em ê berxwedana xwe bidomînin. Meseleya me ne tenê hicaba ferskiriye an jî azadiya cil û bergê ye. Tenê li ser van mijaran sekinandin dibe ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' têxe xeteriyê."

'Jin mafên wekhev dixwazin'

H.G, diyar kir ku haya wê ji mafên jinan heye û wiha got: “Divê xwe girtin bi hilbijartin be û di vê mijarê de ferzkirin neyê kirin. Jiyana azad yek ji mafên herî bingehîn ên her kesî ye. "Bêguman jin dixwazin di hemû qadên civakê de bi mêran re bibin xwedî rol û di qadên siyasî û aborî de wekhev bin."