Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn

ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 862’an de aqûbeta Mehmet Ertakê ku di 20'ê Tebaxa 1992'yan de li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û êdî ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatiye girtin, pirsîn.

Amed – Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 862'yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar xistin. Çalakî li pêş Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin.

Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD a Amedê, Xizmên Windayan û gelek endamên saziyên civaka sivîl amade bûn. Malbatên windayan wêneyên windayan hilgirtin û pankarta ku wêne li ser hebûn li erdê raxistin. Di çalakiya vê hefeteyê  de aqûbeta Mehmet Ertakê ku di 20'ê Tebaxa 1992'yan de li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û êdî ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatiye girtin pirsin.

Çîroka Mehmed Ertak ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin.   

Firat Akdenîz diyar kir ku Mehmet Ertakê bavê 4 zarokan û 32 salî bû û wiha got: “Mehmet Ertak bi malbata xwe re li gundê Rezûka Şirnexê dijiya. Mehmet Ertak li Şirnexê di kana komirê de kar dikir. Ji ber ku birayê wî tevli nava Tevgera Azadiyê bibû hemû malbat dibin zext û gefên giran ê dewletê de bûn. Mehmet Ertak 3 caran hat binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya giran hat. Di 20'ê Tebaxa 1992'yan de tevî sê xizmên xwe Abdulmenaf Kabul, Suleyman Ertak û Yusuf Ertak ku li heman cihî dixebitîn ji kar vedigere malê. Wesayîta ku tê de bûn ji aliye polîsan ve bi cil û bergên fermî ve li xala kontrolê ya mala hemşîreyan hate sekinandin.

Piştî kontrola nasnameya Mehmet Ertak binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Nasekî wan ê bi navê Abdullah Ertugrul ê ku roja din hat binçavkirin û piştî du rojan hat berdan. Ji malbata Ertak re diyar kir ku di girtîgehê de bi Mehmet re rojekê di heman hucreye de hatiye hiştin. Sê kesan Îfade dan ku di girtîgehê de îşkence li wî hatiye kirin. Bav Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide û kesên ku Mehmet Ertak di binçavan de dîtine li dozgeriyê îfade didin. Dema ku bavê wî encam negirt, di 10’ê Îlana 1992’an de serî li walîtiyê dide.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.