Li Hesekê zarokekî 3 salî hate qetilkirin

Li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê zarokê bi navê Mihemed Salim El Îsa (3) bi kêrê hate qetilkirin. Lê sedem û kê ew qetil kiriye, heta niha ne diyar e.

Hesekê – Hat ragihandin ku li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokê bi navê Mihemed Salim El Îsa (3) bi kêrê hatiye qetilkirin. 

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kiriye. Lê heta niha kê zarok qetil kiriye û sedem çi ye, nehatiye zanîn.

Şêniyên bajêr ev bûyer şermezar kir û ji bo ku detayên bûyerê bilez werin zanîn û hesab ji sûcdaran bê pirsîn, bang kirin.