Xizmên Wendayan serpêhatiya Hrant Dînk parve kirin
Xizmên Wendayan serpêhatiya Rêveberê weşana giştî ya rojnameya Agosê û rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ku di sala 2007’an de hate qetilkirin, parve kirin û bi bîr xistin ku kujer hatiye berdan.
Amed- Xizmên Wendayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 832'yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû kom bûn û çalakiya “Bila wenda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li dar xistin.
Xizmên Wendayan, rêveberên ÎHDê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên wendayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê û rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ku di 2007’an de li ber avahiya Rojnameya Agosê ya li Şîşliya Stenbolê hat qetilkirin, hat xwendin.
Serpêhatiya Hrant Dink hate xwendin
Serpêhatî ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin. Alî Îhsan Demîrtaş wiha got: “Hrant Dink ji ber nêrînên xwe yên siyasî sê caran tê binçavkirin û girtin. Yek ji avakerên rojnameya Agosê ku di 5’ê Nîsana 1996’an de hejmara xwe ya yekem derxistî bû. Rêveberê weşanê û nivîsakarê sereke bû. Ji derveyî rojnameya Agosê di rojnameya Zaman û Birgun de dinvîsand. Dînk di nivîsên xwe de her tim digot ku li Tirkiye her civak pêwîst e di nava aştiyê de bijîn. Di heman demê de digot ku divê cemaeta Ermen ji bilî patrîkxaneyê xwedî navendek sivîl be jî.”
Serpêhatiya Hrant Dînk wiha ye: “Di sala 2002’an de di konfaransek li Rihayê de ji ber ku gotibû ‘Ez ne Tirkim, ez Tirkiyeyî me û Ermen im’ ji sûcê ‘biçûkxistina Tirktiyê’ 3 sal hat darizandin û ji vê dozê beraet kir. Ji ber ku di gotara xwe ya daye Ajansa Nûçeyan a Reutersê de dibêje ‘Erê sala 1915’an qirkirin bû, gelek ku ev çar hezar sale li ser van xakan dijî, êdî şaristaniya wê tuneye’ derbarê wî de doz tê vekirin. Di wê pêvajoyê de derbarê wî de gelek lêpirsîn hatin kirin û rastî gelek gefan hat. Ji bo Hrant Dînk xala destpêka pêvajoya darazê ya herî dijwar, bi xwe raste rast nebe mijara dozê jî, nûçeya ku bi îmzeya Hrant Dînk di 6’ê sibata 2004’an de hatibû dayîn bû. Di vê nûçeyê de derbarê Sebîha Gokçen ku keça Ataturk a manewî ye û koka wê Ermen e û li Ermenistanê mirovên wê hene de agahî hatibûn dayîn.
Di sala 2007’an de hat qetilkirin
Hrant Dink di 19’ê Çileya 2007’an de gava ji Rojnameya Agosê derket, ji nêz ve 3 gule berî wî dan û bi van guleyan hat qetilkirin. Kujer Ogun Samast, li ser gilîkirina bavê xwe ji Stenbolê diçe Trabzonê, li otogara Samsunê tê binçavkirin. Li ser çeka ku di kuştina Dînk de bikar aniye rêça tiliya wî tê dîtin. Di îfadeya ku dayî polîsan de Samast dibêje li Trabzonê bi 10 ciwanan re ev demek e tetbîqata hedefê kirine û li xwe mikûr hatibû ku ji ber ew nizane çekê bikar bîne, jê re gotiye tu dê Hrant Dînk bikujî. Ogum Samast her wiha gotibû ku Yasîn Hayal çeka ku di kuştinê de bikar aniye daye wî. Teşwîqkar Yasîn Hayal li xwe mikûr hat ku wî bi efserê îstîxbaratê yê wê demê Erhan Tuncel re plana kuştinê kiriye.”
Kujer hat berdan
Ogun Samast dema ku cîneyata Hrant Dînk pêk anî ji ber ku hê nebûbû 18 salî, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Stenbolê hat darizandin. Dadgehê 22 sal û 10 meh cezayê girtîgehê da Samast. Di doza bingehîn de derbarê Yasîn Hayal ku cinayet pê daye kirin de cezayê muebeta girankirî hat dayîn, derbarê Ahmet Îskender û Ersîn Yolcu de ji ber alîkariya cînayetê kirine 12 sal û 6 meh caza hat dayîn. Dadgeha Bilind bi hinceta lêkolînên kêm, biryarê di 13’ê Gulana 2013’an de betal kir.
Malbata Hrant Dînk li ser dirêjbûna lêkolînê, komnekirina belgeyan û nemeşandina lêpirsîna çalak, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadageha Destûra Bingehîn dan. AÎHM û Dadageha Destûra Bingehîn, di demên cûda de biryara binpêkirinê dan. Piştî biryara binpêkirinê û betalkirina Dadgeha Bilind, Fermandarê Cendirmeyan ê Trabzonê Alî Oz, Midûrê Şaxa Îsrixbaratê ya Emniyeta Bajêr a Trabzonê Faruk Sari, Midûrê Şaxa Îstixbaratê ya Cendirmeyan a Bajêr a Trabzonê Metîn Yildiz jî di nav de 26 bersûc di demên cûda de cezayên girtîgehê xwarin. 28 bersûcan ji hemû sûcan beraet kirin. Di 15’ê Mijdara 2023’an de Ogun Samast ê ku Hrant Dînk qetil kiriye, ji Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê qaşo bi şert hat tehliyekirin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.