Dayikên Şemiyê aqûbeta Abdullah Canan ê bi 7 guleyan hatibû qetilkirin pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 1034’an a çalakiya xwe de li aqubeta Abdullah Canan ê beriya 29 salan hatibû qetilkirin pirsîn.
Stenbol- Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û di binçavan de hatine qetilkirin bipirsin, li Qada Galatasarayê tên ba hev, îro jî çalakiya xwe ya cara 1034’an li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Abdullah Canan ê ku di 17’ê Çileya sala 1996’an de piştî li Colemêrgê hat binçavkirin û bi 7 guleyan hat qetilkirin pirsîn.
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin.
‘Giliyê xwe paşve venekişand gef lê hat xwarin’
Gulseren Yolerî, anî ziman ku Abdullah Canan û malbata wî ji ber binpêkirina mafan, li Colemêrgê serî li dozgeriyê dane û wiha got: "Di serlêdana ku tevî 7 xizmên xwe re kirin de der barê Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyayê Geverê Mehmet Emîn Yurdakul de serlêdana sûc kirin. Li ser vê yekê Mehmet Emîn Yurdakul bang li Abdullah Canan û du kesên ku gilî kirine kir. Ji wan xwest giliyên xwe yên der barê wî de paşve bikşînin. Dema Abdullah Canan got ku ew dev ji giliyê xwe bernadin, li ber çavên şahidan ji aliyê Mehmet Emîn Yurdakul ve hat tehdîtkirin.
‘Di sala 1996’an de hat binçavkirin’
Piştî ku Mehmet Emîn Yurdakul Abdullah Canan tehdît kir, di 17'ê Çileya 1996'an de li ser riya Gever-Wanê wesayîda wî ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin û hat binçavkirin. Malbata Canan bang li hemû rayedarên herêmî û neteweyî kir û xwest Abdullah Canan bê dîtin. Lê binçavkirina wî hat redkirin. Di 21'ê Sibata 1996'an de cenazeyê Abdullah Canan ê îşkenceya giran lê hatibû kirin, ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Abdullah Canan bi 7 guleyên ku ji nêz ve hatibûn avêtin jiyana xwe ji dest dabû. Dest, ling û devê wî girêdayî li ser riya Gever-Bajargehê hat dîtin.
Îşkence dîtibû
Îtirafkar Kahraman Bîlgiç ê ku piştre di tabûra Geverê de wezîfedar bû, diyar kir ku Abdullah Canan di tabûrê de bi îşkenceyê hatiye lêpirsînkirin û wiha berdewam kir: "Ji aliyê Serpel Nîhat Yîgîter ve bi talîmata Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyayê Geverê Mehmet Emîn Yurdakul hat qetilkirin.”
Biryara binpêkirinê
Gulseren Yolerî bal kişand ser encama hewldanên hiqûqî yên malbata Abdullah Canan û wiha got: "Ji aliyê Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve der barê Kahraman Bilgiç, Mehmet Emîn Yurdakul, Nîhat Yîgîter û Bulent Yetût de lêpirsîn hat vekirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a ku malbata Canan di sala 1997’an de serî lê da, di 26'ê Hezîrana 2007’an de encamnameya dozê eşkere kir. Dadgeha 3'yemîn a DMME'yê got, 'Wekî ku ji îfadeyên şahidan jî tê dîtin di nava wan de leşker jî hene, Abdullah Canan di binçavan de hatiye qetilkirin. Canan beriya ku bê kuştin îşkenceya giran lê hatiye kirin.’ Nêzîkahiya Tirkiyeyê ya di hiqûqa navxweyî de sosret nirxand û bi yekdengî biryar da ku mafê jiyanê ji aliyê madî û rêbazê ve hatiye binpêkirin.
‘Em ê her dem bi bîr bixin’
Gulseren Yolerî diyar kir ku heta aqûbeta hemû kesên ku weke Abdullah Canan hatin qetilkirin, neyê eşkerekirin wê lêgerîna wan a edaletê bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdullah Canan bernedin, ji bo hemû windahiyên xwe jî bi bîr tînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
Piştî daxuyaniyê li Qada Galatasarayê qurnefîl hat danîn û çalakî bi dawî bû.