Xelata ‘Giflio d’oro’ hêjayî Hevrîn Xelef hat dîtin
Li herema Toscana yê Darîo Nardella û Meclîsa bajêr di 15’ê Gulana 2023’an de xelata ‘Giglio d’oro’ (Lîlya Zêrîn) diyarî Hevrîn Xelef a di sala 2019’an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat hedefgirtin, kir.
Navenda Nûçeyan- Girîngiya şaredariya Floransa ya girêdayî Îtalya yê di aliyê siyasî û dîrokî heye ku di herema Toscana de ji aliyê Serokê şaredariyê û bi biryara Meclîsa bajar ve xelata “Giglio d’oro’ piştî 10 salan cara yekemîn hat diyarkirin û ev xelat diyarî Hevrîn Xelef kir. Diyarî ji sembola Floransayê ya plaketekî zêr pêk tê. Diyarî ji aliyê bira û xwarziyê Hevrîn Xelef ve hate wergirtin.
Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmeha 2019’an de dema ku dewleta tirk a dagirker êrîşê Serêkaniyê û Girê Spî kir li ser riya M4 ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin û bi îşkenceyê hatibû qetîlkirin.
Mêvanên ku li ser malbata şehîd Hevrîn Xelef amadebûn, bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û bajarê Floransa cihên dîrokî bi bernameyekî ku ji aliyê şaredariyê ve hatibû amadekirin pêk hat.
Komîteya Kurd a Toscana, Biroya Enformasyonê ya Roma, Heyva Sor a Kurdistanê ya Îtalya, enternasyonalîstên Îtalya, dostên doza Kurd, Rêxistinên mirovî û serbixwe, Komîteyên Arcî, Ampfî û malbata şehîd Têkoşer Piling (Lorenszo Orsettî) di bernameya xelatdayînê de amade bûn.
Pêkhateyên şaredariya Floransayê dilsoziya xwe ya bi Gelê Kurd û di şexsê Hevrîn Xelef de girîngiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bîr xistin.