Koalîsyona Jinan: Wê jin encamên hilbijartina 28’ê Gulanê diyar bikin
Koalîsyona jinan ji bo hilbijartina serokomariyê ku maye tura 2’yemîn banga dengdayîn û muşahidiyê li jinan kir û wiha hat gotin; “Em li soz û dengê xwe xwedî derdikevin, li dijî dijminê jinan em li vê derê ne û em ê bi ser bikevin.”
Navenda Nûçeyan- Koalîsyona jinan a bi kombûna sedan rêxistinên jinan, der barê hilbijatinên serokomariyê ku maye tura 2’yemîn û wê di 28’ê Gulanê de careke din hilbjartin were kirin de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyam da.
‘Li dijî dijminê jinan em li vê derê ne’
Di parvekirnê de hat bibîrxistin ku wê jin encamên hilbijartina 28’ê Gulanê diyar bikin û wiha hat gotin: “Li dijî dijminê jinan, ên ku kîndariyê dikin, ên ku xwestin mafên jinan ji holê rakin, ên ku xwestin benda 6284 a ku jin û zarokan ji tundiyê diparêze ji holê rakin, ên ku jinan mehkûmî bêkarî û xizaniyê kirin, ên ku li hemberî êrîşên zayendî yên li dijî zarokan dengê xwe dernexistin, ên ku gotin bila jin bi dengê bilind nekenin û jinên ducanî li navendan negerin, Peyman Stenbolê parçeyeke kaxez e, melayên me hene, em dibêjin em li vê derê ne em ê bi ser bikevin.”
Banga dengdayîn û muşahiyê li jinan hat kirin
Di parvekirinê de bi gotinên; “Em ê li soz û dengê xwe xwedî derkevin û em ê qezenc bikin” hat destnîşankirin ku jin di siyasetê de di her şert û mercî de, ji bo bi awayekî bi edalet û wekehev beşdar bibin, hemû pvajoyên biryardayûnê girîng in û ev bang li jinan hat kirin: “Em bang dikin ku di 28’ê Gulanê de jin li her aliyê Tirkiyeyê deng bidin, weke muşahidên hilbijartinê li dora sindoqan bin û kêliyên jimartinê bişopînin, giliyan bi mekanîzmayên gotinî û nivîskî bi kar bînin û ji bo ewlehiya pêvajoya hilbijartin û jimartinê bikevin tevgerê.”