Xebatkara çapxaneyê ya birîndar bû behsa êrişê kir

Robîn Xelîl Mihemed yek ji şahidên komkujiya çapxaneya Sîmav a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku li ser aliyê dewleta Tirk pêk hat. Robîna ku di encama êrîşê de birîndar bû, behsa êrişê kir.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Dewleta Tirk piştî 4’ê Cotmehê ku êrişên xwe yê dagirkeriyê li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir kir, ji 23’ê Kanûnê ve bê navber êrişî binesaziya heremê dike. Di van êrişên dagirkeriyê de tenê di nav 24 saetan de li Qamişlo, Amudê û Kobanê 22 navendên xizmetê ku di nava wan de nexweşxane jî hene hatin bombebaran kirin. Di van êrişan de 8 welatî jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.

Di çapxaneya Sîmav a pirtûkan de ku di êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk de hat bombebarankirin welatiyên bi navê Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo di topbarana ku çapxaneya Sîmavê  de jiyana xwe ji dest dan. Robîn Xelîl Mihemed a 33 salî, li çapxaneya Sîmav a bajarê Qamişlo ku rastî komkujiyekê ji aliyê  dewleta Tirk ve hat, di beşa şêwekariyê de dixebite. Robîn Xelîl Mihemed a şahida komkujiyê bû û di êrişê de bi giranî ji ling, dest û serê xwe ve birîndar bû, behsa hûrguliyên êrişê kir. Robîn Xelîl Mihemed êrişê weke komkujî nirxand.

‘Min 5 hevalên xwe winda kirin’

Robîn Mihemed dide zanîn ku çapxaneya Sîmav sivîl û xizmeta herêmê dike, her wiha bi dil xemgînî dibêje ku wê di encama êrîşê de 5 hevalên winda kirin û wiha dest pê kir: “Di salên dirêj de me pirtûkên dibistan û kovar çap dikirin û niha jî em defter û pirtûkên nivîskaran çap dikin. Li kêlek hin tiştên din jî mîna kovarên zarokan û broşoran carnan jî em rojnameyan çap dikin. Nêzî 20 kes di vê çapxaneyê de dixebitin û her çendek di beşekî taybet de ye. 5 hevalên me di çapxaneyê de şehîd ketin, birîndar jî pir in.”

Robîn Mihemed  wan kêliyên bi êş tîne ziman û dibêje: “Ez bawer im ku hîna demjimêr 12:00 nîvro  derbas nekiribû, berî wê teqînek çêbû nêzî me. Ez û herdu hevalên xwe Bêrîvan û Rênas ên ku şehîd ketin li kêlek hevdu sekinî bûn, paşê topbaran çêbû û êdî me nema tiştek hîs kir, berî ku dengê wê qut bibe û jiyana xwe ji dest bide tenê dengê Bêrîvan diket guhê min dema bi navê min bang dikir.”

‘Tişta qewimî kiryareke terorê ye’

Robîn Mihemed teqez dike ku ev êrîşa ku pêk hat karekî terorê ya dewleta Tirk e û wiha bidawî kir: “Hestekî zehmet e ku nayê şîrovekirin ez jiyan dikim. Kiryara ku hate kirin teror e ku dewleta Tirk dike. Em debara jiyana xwe dikin bi vê çapxaneyê.”