Pêkhateyên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Li Şengalê pêkhateyên Êzidî û Ereb li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşeke girseyî li darxistin di meşê de civaka Êzidî û Ereb êrişên dewleta Tirk şermezar kir û piştigiriya xwe ya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re anîn ziman.

Şengal – Li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civaka Êzidî û pêkhateyên Ereb meşeke girseyî li darxsitin. Meş ji meclisa gel ya navçeya Sînunê destpêkir, heya çerxerêya Mam Zekî berdewam kir.

Di meşê de gel bi diruşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre Dagirker” hêrsa xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk anîn ziman. Di dawiya meşê de li ser navê Meclisa Rêvegeriya Xweser ya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî daxuyanî hate dayîn.

Di dawiya meşê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclisa Rêvegeriya Xweser ya Şengalê ve hate dayîn. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Endama Koordinasyona TAJÊ Eheram Simayîl daxuyanî da û got: “Em weke civaka Êzidî û pêkhateyên Ereb, êrîşên li ser pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û  piştgiriya xwe ya ji gelê Rovayê girdistanê re tînin ziman. Bi berxwedana xwe Rojavayê Kurdistanê wê êrişên dewleta Tirk valaderbixîne.”

‘Tekoşîn û berxwedana me yek e’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Tewrê Borik a beşdarî meşê bû helwesta xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk  ya dagirker bi van gotinan anî ziman: “Ev sê roj e bê navber dewleta Tirk ya dagirker êrişê gelê Rojavayê Kurdistanê dike. Dewleta  Tirk ewqas qels buyek ku êrişê gelê sivîl dike êrişî binesaziya gel dike, em van êrişan şermezar dikin heya dawiyê em bi gelê Rojavayê Kursitanê re ne. Êşa Şengal û Rojava yek e ji bo wê tekoşîn û piştgiriya me jî yek e.”

‘Em berxwedana rojava pîroz dikin’

Endama TAJÊ Emşê Korkorkî jî wiha got: “Weke civaka Êzidî em bi gelê Rojavayê Kurdistanê re ne. Em bi saya gelê Rojavayê Kurdistanê îro li ser axa xwe tekoşîn dikin. Weke civaka Êzidî ji bo gelê rojavayê Kurdistanê çi ji me were xwestin em amade ne. Em ji ber şehîdên gelê Rojava xemgînin, lê ji ber tekoşîna gelê rojava hêja ye, berxwedan û bersivên gelê Rojava hêz û moralê dide me jî. Em berxwedana wan pîroz dikin.”