WHO: Li Xezayê metirsiya nexweşiya şewbê zêde dibe

Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus ragihand ku li Xezayê metirsiya enfeksiyonên giran û nexweşiyê şewbê zêde dibe.

Navenda Nûçeyan - Rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus ragihand ku zêdetirî nîvê nifûsa Xezayê di stargehên qelebalix de dijîn û nexweşiyên enfeksiyonê zêde dibin. Di du peyamên ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hatin weşandin de, Rêvebirê WHO diyar kir ku zêdetirî nîvê nifûsa Xezayê (1,3 mîlyon kes) di stargehan de dijîn.

Enfeksiyon zêde dibin

Ghebreyesus bal kişand ser vê yekê ku li Xezayê ji ber kombûna stargehên pir qerebalix, kêmbûna av, xwarin û derman û kêmasiya xizmetguzariyên kanalîzasyon û çopê, enfeksiyon zêde bûne, Ghebreyesus got ku nêzî 111 hezar enfeksiyonên akût yên nefesê hene, nêzî 80 hezar bûyer enfeksiyonên giran ên mîde ye , enfeksiyonên din ên wekî zerikê hatine dîtin û divê xetera zêdebûna nexweşiyan jî were dîtin.

Ghebreyesus destnîşan kir ku ew bi biryar in ku ji bo Filistîniyan xizmetên tenduristiyê yên ku hewce dikin bistînin, Ghebreyesus banga agirbestê kir û got: "Ev ji bo sivîlan meseleya jiyan û mirinê ye."