ÎHD'ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

ÎHD'ê ji bo heyetek biçe Girava Îmraliya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê di bin tecrîda girankirî de ye serî li Wezareta Edaletê da.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo heyetek bişîne Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin, serî li Wezareta Edaletê da.

Di daxwaznameya ÎHD'ê ya ku radestî wezaretê hat kirin, hat bibîrxistin ku têkildarî astengkirina hevdîtinên malbatê û parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê, gelek serlêdan li komeleya wan hatine kirin. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: "Ên ku serî li saziyê dan, diyar kirin ku malbat, parêzer, xizm û muwekîlên van kesên weke hikumxwar ên girtî, nikarin agahiyê ji wan bigirin, li Îmraliyê tecrîdeke girankirî heye û xwestin heyeteke serbixwe biçe Saziya Înfaza Ceza ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Li gel vê yekê girtiyên ku ji girtîgehên cuda dimînin, name ji komeleya me re şandin, diyar kirin ku ji ber agahî ji Abdullah Ocalan û yên pê re nayê girtin, wan dest bi greva birçîbûnê kirine."

‘Heyeteke serbixwe bila biçe Îmraliyê’

Di daxwaznameyê de hat xwestin ku cihêkariya di sîstema înfaza ceza de tê kirin divê tavilê bi dawî bibe û wiha hat gotin: "Komeleya me bi wesîleyên cuda gelek caran diyar kir ku girtîgehek ji bo yek kesî teqez tecrîdeke giran e, ev rewş binpêkirina mafên mirovan ên gerdûnî ye. Li dijî mafên hikumxwar û pîvanên girtîgehan e ku ji aliyê Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ve hatine destnîşankirin. Ji ber sedemên li jorê hatin diyarkirin her wiha li gorî îdiayên serlêdêran, em girîng dibînin ku heyeteke serbixwe û bêalî bê amadekirin û serdana Saziya Înfaza Ceza ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bike. Lewma em dixwazin destûr ji heyeteke ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve bê avakirin were dayîn ku bikaribe serdana Girtîgeha Îmraliyê bike."