WFP: Li Zivala Xezayê gel bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Bernameya Xurek a Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Zivala Xezayê kêmasiyeke mezin a xurekê heye û ragihand ku gel bi birçîbûna berfireh re rû bi rû ye.

Navenda Nûçeyan - Bernameya Xurek ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ji destpêka aloziya Îsraîl û Filistînê heta niha tenê ji sedî 10’ê xurekên pêwîst kariye bikeve Xezayê û got: "Zîvala Xezayê niha bi kêmasiyek mezin a xwarinê û birçîbûna berbelav re rû bi rû ye, Hema hema tevahiya nifûsê hewcedariya alîkariyê ya xwarinê ye."

'Pirsgirêka sotemeniyê belavkirina alîkariya mirovî asteng dike'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber kêmbûna sotemeniyê ya li Xezayê di her 130 firneyên nan de hilberîna nan rawestiyaye û pirsgirêka sotemeniyê bandor li alîkariyên xurekê jî kiriye û wiha hat gotin ku  di heman demê de xebatên belavkirina alîkariya mirovî jî asteng bûye. WFP di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 21’ê Cotmehê ve heta niha hezar û 129 kamyon derbasî Xezayê bûne û ji wan tenê 447 kamyon madeyên xurikê hilgirtine û hat diyarkirin ku zêdebûna kamyonên alîkariyê cihê kêfxweşiyê ye lê bele têrê nake.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku WFP’ê ji meha borî heta niha ji 700 hezarî zêdetir mirovên li Xezayê ku neçarî koçberiyê bûne re alîkariya xurekê  kiriye.

'Pêdiviya gel bi alîkariya xurek heye'

Rêvebira WFP Cindy McCain ku nêrînên wê di daxuyaniyê de cih girt wiha got: "Li Xezayê hema bêje xurek û av tune ye û tenê beşek pir hindik ya ku hewce dike ji sînoran tê. Bi nêzîkbûna zivistanê re, stargehên bê ewle û qerebalix û nebûna ava paqij, sivîl di bin xetera birçîbûnê de ne."