Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Cîhanek bê tundî pêkan e!

Jinên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de dest bi xebatên xwe kirin, dê bi gotina “Cîhanek bê tundî” kolan bi kolan xebata hay jê bûn bimeşînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Xwişkên Mirabel, Patria, Minerva û Marîa Teresa 30 salan li dijî Rafael Trujillo ku Komara Domînîk birêve dibir, têkoşînek mezin nîşan dan. Sê jinên ku navên wan di dîrokê de cih girt, di sala 1961’an de ji aliyê feraseta serwer ê mêr a li dijî wan têkoşiyan ve hatin qetilkirin. Ji bo bîranîna xwişkên Mîrabel, 25'ê Mijdarê wek "Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî" hat îlankirin. Jinên ku ji vê rojê vir ve her sal di 25’ê Mijdarê de li gelek cihên cîhanê dadikevin qadan, ji bo cîhanek bê tundî têdikoşin.

Li Amedê ku ev têkoşîn bi biryardariyeke mezin berdewam dike jî, amadekariyên jinan ên 25’ê Mijdarê destpêkir. Bernameya jinên ku dê bikevin hefteyek tijî, dê têr û tijî derbas bibe.

Jinên Amedê yên ku di bin banê Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) de li hev civiyan, dema bernameyek hevpar amede dikin, starta çalakiyan dê di 20'ê Mijdarê de bidin. Jinên ku dê hefteyekê li qadan xebat bimeşînin, dê roja 25'ê Mijdarê jî meşekê li dar bixin.

Fînal dê bi meş bibe!

Endama DAKAP'ê Ezgî Sîla Demîr da zanîn dê hefteya 25'ê Mijdarê têr û tijî derbas bibe û diyar kir ku dê çalakiya wan bi şandina kartan a ji bo jinên girtî dest pê bike. Ezgî Sîla Demîr, dest nîşan kir dê final jî wek her sal bi meşek bê kirin û balkişand ku ji bilî bernameya hevpar a platformê, bernameyên taybet ên her saziyê jî heye. Ezgî Sîla Demîr, balkişand ku dê di vê çarçoveyê de li bajêr xebatek bi bandor û tijî bê meşandin û wiha axivî:

“Em ê starta xebatên xwe dê roja 20’ê Mijdarê bi daxuyaniyekî çapemeniyê bi hev re bidin. Em ê di tevahiya hefteyê de tevlî hevdîtina jinan û taxan bibin. Em ê bi jinan re sohbet bikin û der barê tundiya li dijî jinan de xebatên hay jê hebûnê bidin meşandin. Piştî vê bernameya hefteyek jî, em ê roja 25'ê Mijdarê rapora tundiyê ya li Amedê bi jinan re bi awayekî hevpar ragihînin. Dîsa pêşandana fîlm û belavkirina broşuran jî bên pêkanîn. Em ê fînala xebatên xwe jî bi mesa ku em plan dikin roja 25'ê Mijdarê li dar bixin, pêkbînin.”

'Ji duh heta îro berxwedan mîras ma'

Ezgî Sîla Demîr, da zanîn ji xwişkên Mîrabel û vir ve têkoşîna jinan bê navber berdewam dike û li dijî tundiyê dibêjin raweste û wiha axivî: “Roja 25’ê Mijdarê ji bo me jinan rojeke gelekî girîng e, xwişkên Mîrabel ji ber nasnameya xwe ya muxalif û sekna xwe ya jinan hatin qetilkirin. Her çiqas tundiya ku ji vê demê vir ve heye şeklê xwe diguhire jî, hemû mekanîzmayên li dijî jinê dîsa eynî dixebitin, lê têkoşîn hîn zêdetir xurtir bû û gihişt heta roja me ya îro. Tecrubeya gelek salan û çandek têkoşînê heye. Bi taybetî li herêma me ev têkoşîn li her qadê xwe nîşan dide. Ev têkoşîn her çiqas hat xwestin bi zextan bê bêdengkirin jî bi awayekî aktîf berdewam dike."

'Em ê li kolanan li dijî tundiyê hay jê hebûn avabikin’

Ezgî Sîla Demîr, da zanîn ew ê wek platform li dijî tundiya zêde dibe bi berfirehkirina têkoşînê xebat bimeşînin û wiha got: “Di roja me ya îro de gelek şêwaz û kategoriyên tundiyê heye. Jin hem bi tundiya fizîkî, hem derûnî û hem jî dîjîtal re rû bi rû dimînin. Dîsa zehmetiya herî mezin a tundiya aborî jî jin û zarok dijîn. Em neçarin hîn zêdetir xebat bimeşînin û hay jê hebûn ava bikin. Erka dikeve li ser milê me jinan ew e. Em ê bi platformên ku em cih digrin re xebatên xwe bimeşînin û vê tundiyê li her qadê teşhîr bikin.”

'Jin li qadên kamûyê rastî gelek cureyên tundiyê tên'

Hevseroka Şaxa Hejmara 2 a Egîtîm Senê Duygu Ozbay, diyar kir ku ew wek KESK'ê hem di çarçoveya platformê hem jî bernameyên xwe yên taybet de di nava hefteya 25'ê Mijdarê de li qadan bin û da zanîn ku ew ê bi bernameyekî tijî ber bi fînala 25’ê Mijdarê ve biçin. Duygu Ozbay, diyar kir rojên wek 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê ji bo têkoşîna heyî hêz û hay jê hebûnek hîn zêdetir diafirîne û wiha got: “Îktîdara siyasî ya ku hewl dide newekheviya zayendî ya civakî bi sazî bike, hewl dide destkeftiyên jinan ji holê rake. Em vê yekê ji betalkirina Peymana Stenbolê û dîsa nepêkanîna bi bandor a qanûna hejmara 6284’an dibînin. Ev polîtîkayan di sala 2022’an de bû sedema qetilkirina 340 jinan a ji aliyê mêran ve. Ev qetliaman di encama bêcezahiştina kiryaran de zêdetir dibe. 25’ê Mijdarê bi rastî jî ji bo jin li dijî van hemû polîtîkayên mîlîtarîst, tekparêz û zayendperest bi hev re têbikoşin, rojek pir watedar e. Ji ber ku di vê pêvajoya ku şêwaza tundiyê guheriyê de, hatina cem hev û avakirina dengek bi hêz di warê têkoşîna jinan de pir girîng e.”

'Li dijî mêraniya qurnaz têkoşîna bi hezaran salan didome heye’

Duygu Ozbay, diyar kir jinan îro li qadên kamûyê rastî tundiyên cuda tên û got ku ew ê bi destkeftiyên ku ji wan hatine standin, rêya xwe berdewam bikin. Duygu Ozbay, balkişand îsrar û biryarbûna wan a di vê mijarê de her demê zêdetir e û wiha axivî: “Em ê herdem li dijî polîtîkayên ku me tune dihesibîne, di nava piştevaniyê de bin. Peymana Stenbolê ji bo jinan destkeftiyek mezin bû ku îspat kir tundî ji newekheviya zayendiya civakê çavkanî digre. Em vê betalkirinê jî qet qebûl nakin. Divê polîtîkayên hiqûqî yên ku jinan diparêzin, demil dest bikevin meriyetê. Em dizanin hêza siyasî ya ku hilbijartinê qezenç kir, di eksena dijmînahiya jinê de hat cem hev û hilbijartinê qezenç kir. Ev bi rastî jî têkoşînek dîrokî ye, li dijî me çanda mêraniyê ya 5 hezar salî heye û ne tenê ev mêraniyeke qurnaz jî heye. Em li dijî vê demek dirêje têdikoşîn. Em ê bi hêza ku ji jinan distînin, têkoşîna xwe berdewam bikin.”