Piştî ku Porteqala Zêrîn ji sansurê derket wezaret paşve kişiya

Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê, piştî belgefîlma “Hukma Qanûnê” hat ragihandin ku dîsa ketiye bernameya mîhrîcanê, ragihand ku ji Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê vekişiyane.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku fîlmê “Hukmê Qanûnê” ku qala têkoşîna du karmendên giştî yên ji kar hatine dûrxistin dike, di bernameya Mîhrîcana Fîlman ya Porteqala Zêrîn de cih girt, Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê ragihand ku ew ji festîvalê vekişiyane.

Di daxuyaniya Wezaretê de wiha hat gotin: “Di Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya ku di qada sînemaya Tirkiyeyê de yek ji girîngtirîn çalakiyên sînemayê ye û ev cara 60’emîn tê organîzekirin de, belgefîlma bi navê  ‘Hukmê Qanûnê’ heye. Gelek dilêşe ku di mihrîcaneke ewqas girîng de bi feraseta mexdûriyetê bi hêza hunerê propagandaya rêxistina terorê FETO tê kirin.” Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ew ê nebe beşek ji hewldana ku hûn hunerê wekî hêmanek provokasyonê bikar bînin. Ji ber vê sedemê me xwe ji Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê vekişand."

Çi qewimî?

Fîlmê “Hukmê Qanûnê” ku di Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê de di kategoriya belgefîlman de cih girtibû û qala têkoşîna 2 xebatkarên giştî yên ji kar hatin avêtin dike, bi hinceta ku der barê yek ji kesên têde cih digre di pêvajoya darazê de ye ji mîhrîcanê hat derxistin. Belgefîlm hê jî berdewam bû. Piştî ku fîlm ji bernameyê hat derxistin, destpêkê jûriya festîvalê, paşê derhêner û çêkerên fîlmên di Pêşbirka Neteweyî ya Fîlmên Dirêj, Pêşbirka Neteweyî ya Fîlmên Belgefîlman û Pêşbirka Neteweyî ya Kurtefîlman da biryar dan ku fîlmên xwe ji bernameyê vekişînin. Di daxuyaniya danê sibê ya ku ji aliyê Rêveberê Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn Ahmet Boyacioglu ve hat dayîn de hat ragihandin ku belgefîlm dîsa di hilbijartina pêşbirkê de cih girtiye.