Ji pêktaheyên Til Temirê pêyam: Dê dagirkerî bi yekîtiya me têk biçe

Jinên pêkhateyên Kurd, Ereb û Aşûriyên navçeya Til Temirê bertek nîşanî êrîşên Tirk ên li ser heremê dan û pêyama “Dagirker dê bi têkiliyên me yê civakî û dîrokî ya bihêz û bi yekîtiya me têk biçin” dan.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Dewleta Tirk di meha Îlonê de, êrîşên bejahî û hewayî li ser gundewarên rojavayî navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêde kiriye. Jinên Kurd, Ereb û Aşûrî yên ji navçeya Til Temirê ku li ser hîmê demokratîk jiyan dikin li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê peyam dan. Jinan gotin, “Dê êrişên dagirkeriyê bi yekîtiya me têk biçe.”

‘Em bi hev re dijîn, em ê bi hev re biparêzin’

Ji pêkhateyên Aşûrî Meryem Yaqûb a 78 salî ya ku êş, jan û kêfxweşiya vê jiyanê jiya ye di spîbûna porê wê de xwe dide der, wiha behsa têkiliyên civakî dike: "Civakbûyîn û têkiliyên civakî, bingehê vê jiyanê û xweşiya li ser vê axê ye. Şerê ku li Sûriyê derket, bû sedema koçberiya gelek nasên me yê ji pêkhateyên din û wiha wendabûnek di nava vî şerî de çêbû. Em tu carî îxanetê li cîran û mirovên xwe nakin, ma çibûye heta ku em tiştekî wiha raber bikin, berovajî wê hezkirina me xurtbûna me nîşan dide. Gotinek civakî heye dibêje; 'Em û kurd û ereban wekî rûnê li ser hêngiv in', wate em gelekî wiha ne. Wekî çawa em bihevre li ser vê axê dijîn, em bihev re jî wê diparêzin. Kêliyên em di nav mirov, cîran û bajarê xwe de dijîn gelek bi wate ne."

‘Em ê rê nedin dagirkeriyê’

Meryem Yaqûb got ku bi vê mezinbûna temenê xwe jî ew ê axa xwe biparêzin û wiha pêl da gotina xwe: "Ez li ser vê axê hatim dunyayê li vir mezin bûm, zewicîm û nevîyên min li ser vê axê çêbûn, ma ez ê çawa jê hez nekim û ji bo parastina wê can nedim?. Dibêjin 'Dengê daholê ji dûr ve xweş tê' kesên ku koçer bûne jiyaneke wekî dojehê dijîn û li bendê ne ku rojekê rewş baş bibe da ku vegerin. Em ji ber li ser axa xwe û di mala xwe de ne, em xwe di bûhiştê de dibînin. Em bi kurd û erebên xwe destek û dibin malek jî, bi vê hevgirtinê em ê rê nedin dagirkeran ku axa me biçewisînin."

‘Wê dagirker her xewna dagirkirinê bijîn'

Gulçîn Mehmûd a ji pêkhateyên Kurd ku 73 salî ye û ji sala 1983'an ve li Til Temirê dijî got ku ew nijadperestiyê napejirînin û wiha got: "Cîranên me yê ereb hene, têkiliyên me bi hevre pir baş in û kesek ji me zirarê nade yê din. Ew silavdayin û alîkariya di navbera me de gelek bi wate ye. Xema me ji êrîşên dewleta Tirk tune ye, ha bila êrîş bikin û ev du roj in topbaranên wan ranewestiya ne û em ê jî li ber xwe bidin. Em ji êrişan natirsin û sekna me bes e ku ji xwe re dersên ji berxwedaniyê jê bigrin. Mirinek me hebe wê di mala me be û ji derveyî wê em derketinê napejirînin. Hevgirtin pir girîng e, em hevgirtina xwe xurt bikin, wê encamên erênî derkeve holê. Dijminê bav û kalan nabin dost. Heta dayikê wek min û keç û xortên me yê berxwedêr hebin wê nehêlin ev dijmin xewna xwe bicih bîne."

‘Yê têk biçe dagirkerî ye’

Erna El-Xideyîr ji pêkhateyên Ereb e û 75 salî ye bi gotina ‘Yê ku têk biçe dagirkerî ye’ wiha got: "Em bi çandiniyê di yek rêzê de bûn kurd, ereb û aşûrî. Me bi hevre tov li ser vê axê reşandine û çikak kiriye. Di êş û şahiyên hev de jî li kêleka hev in, di hemû urf û adetên civakî de jî em ligel hev bi erk û berpirsiyariyên xwe radibin. Lê em wîjdanî biaxivin, têkiliyên herî baş li gorî min têkiliyên kurdan bi ereban re ye, ji dîroka dapîrên me heta niha de dirêj kiriye. Lê ev êrişên dagirkeriyê dûrî exlaqê mirovahiyê ne. Rastiyek wiha jî heye, ne ji pêşengtiya kurdan bûya, îro em ê rihet li ser vê nejiyabana û me yê dijmin û hevalê xwe ji hev nasnekiriba. Wê hevgirtina me têk neçe, yê têk biçe dagirker e."