Rojnamevana Afganî Lilma Sadîd Xelat wergirt

Rojnamevana Efxanî û parêzvana mafên jinan Lilma Sadîd Xelata Xelata Mirovahiyê ya Henri La Fontaine wergirt.

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo “Xelata Mirovahiyê ya Henri La Fontaine 2023” ku temaya wê îsal “Berxwedana jinan” bû, merasîmek hat lidarxistin. Siyasetmedar, parlamenter û nûnerên gelek partiyên siyasî jî di nav de gelek kes beşdarî merasîma xelatê ya ku li avahiya Şaredariya Brukselê hat lidarxistin bûn.

Rojnamevana Afganî û çalakvana mafên jinan Lilma Sadid ji ber xebatên wê yên berbiçav ên di pêşxistina mafên mirovan û mafên jinan de hat xelatkirin.

Li aliyê din Lîlma Sadîd bû yekemîn sosyalîst ku Xelata  Mirovahiyê ya Henri La Fontaine 2023 wergirt. Lilma Sadîd a ku doktoraya wê ya hiqûqê ye, bi taybetî li Parlamentoya Belçîkayê bi polîtîkaya civakî û têkiliyên derve re eleqedar bû.

Xelat 2 salan carekê tê dayîn

Xelata ku her du salan carekê ji kes, komele an jî projeyên ku xebatên La Fontaine berfireh dikin tê dayîn, di qadên aştîxwaz, femînîzm, edalet, wekhevî û mafên jinan de tê dayîn.