Wesayîda karkerên findiqan qeza kir

Li navçeya Çarşemê ya Samsunê mînîbusa ku karkerên jin ên findiqan berhev dikin tê de bû, ji ber lastîka wê teqiya qeza kir û di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Çarşemê ya Semsunê wesayîda ku karkerên jin ên findiqan tê de bûn qeza kir.

Hat zanîn ku qezaya di serê sibehê de çêbûye ji ber teqîna lastîka minibusê bûye. Piştî ku lastîk teqiya wesayîd ji rê derket, qulipî, di qezayê de 15 kes birîndar bûn. Kesên birîndar ji aliyê endamên tendirustiyê yên ku hatine cihê bûyerê sewqî nexweşxaneyên derdorê kirin.